BI DÎMEN

Li Berlînê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin

Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, qertên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişînin amade kirin û avêtin qutiya posteyê.

Di çarçoveya “100 hezar qert ji Îmraliyê re” li paytexta Elmanya Berlînê, qert şandin Îmraliyê. Kurdistaniyên ku bi organîzasyona Meclîsa Jinan a DEST-DAN û NAV-Berlîn (Meclîsa Kurdistana Azad) hatin cem hev, diyar kirin ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin.

Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz beriya çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistine û di çarçoveya “100 herzar qert ji Îmraliyê re” qertpostal şandin.