ADGB: Binçavkirin û zext nikarin têkoşîna me ya yekbûyî asteng bike!

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da û destnîşan kir ku ev zext nikarin pêşiya têkoşîna yekbûyî bigirin.

ADGB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Rejîma faşîst li alyekî êrîşên hewayî û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û leşker kom dike, li aliyê din zext, binçavkirin û girtinên xwe yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dike. Her roj perasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Operasyonên ku veguherî nêçîra li dijî hêzên têkoşer ên rêxistinkirî her roj bênavber didomin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “27’ê Sibatê di saetên sibehê de li Stenbol û Îzmîrê dîsa bi êşkenceyê operasyonên binçavkirinê hatin kirin. Hêzên rejîma qesra faşîst bi şikandina derî û êşkenceyê bi dehan şoreşger û sosyalîst binçav kirin. Gerînendeyê Giştî yê Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Etkîn û endamê MYK'ê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Acettîn, berdevka SKM'ê Tanya Kara û endamên meclîsê Ezgî Gurbuz, Hacer Elçîn, endamên PM'ê yên ESP'ê Alî Haydar Keleş, Ûgûr Ok, xebatkarê Weşanên Ceylanê Huseyîn Gultepe, endamê Meclîsa Partiyê yê DEM Partiyê Sitki Gungor û berdevka BÎH’ê Meliha Kayaci jî gelek sosyalîst bi êşkenceyê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman operasyonê de deriyê mala parlementera DEM Partiyê Çîçek Otlu şikandn û ketin hundir. Polîsên ku mal talan kirin, bêhurmetiya binpêkirina qanûnên xwe nîşan dan û bêyî destûr ketin mala parlamenterekê.
Di 27’ê Sibatê de jî xwendevanê Partîzanê Îbrahîm Hakkî Eren, berdevkê demê yê SMF’ê Bariş Kayaoglû û endamê SMF’ê Metîn Keleş bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.
Eşkere ye ku êrîşên binçavkirinê yên beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê pêk hatin, armanca wan şikandina vîna têkoşînê ya jinan û astengkirina xebatên hilbijartinê ye. 
Me bi têkoşînên mezin re hêza xwe ya çalakiya yekbûyî mezin kir. Ti êrîş û dorpêça faşîst nikare pêşiya me bigire. Têkoşîna me ya mafdar û birûmet wê hemû êrîşên faşîzmê têk bibe. Bila girtî serbest bên berdan! Em ê bi ser bikevin!"