Traktoran rêyên Brukselê dagir kirin

Bi sedan traktorên ku berê xwe dan paytexta Belçîka Brukselê rê dagir kirin. Li gelek deveran di navbera xwepêşandêran û polîsan de rageşiyê rû da.

Serê sibehê nêzî 300 traktor ketin taxa Ewropayê. Hîn jî bi sedan traktor hewl didin bikevin nava bajêr. Li gorî polîsan derdora hezar traktorî ketine nuqteyên cuda yên Brukselê.

Cotkar ji destpêka Sibatê û vir ve ji bo hêrsa xwe nîşan bidin li kolanên Brukselê ne.

Rêxistina li pişt çalakiyên şermezarkirinê Fûgea diyar kir ku cotkarên Ewropî bi biryar in ku daxwaza xwe ya hatineya wekhev û buhayên wekhev nîşan bidin.

Çalakiya cotkaran li dema pêkhatina civîna Konseya Wezîrên Çandiniyê ya Ewropayê rast hat.

Ji ber çalakiya cotkaran tunelên Reyers-Centre, Tervûeren, Cînqûantenaîre û Loî yên Brukselê hatin girtin. Li ser traktoran pankarta bi nivîsa "Çêlekê bidoşe, ne cotkaran" hate daliqandin.