BI DÎMEN

Nebin alîgirê dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê me!

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çalakiya xwe ya li Strasboûrgê de got, “Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Divê saziyên Ewropayê erkên xwe pêk bînin.”

Çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji hêla gelê Kurd û dostên wan ve di 10’ê Cotmeha 2023’an de li gelek deverên cîhanê hatiye destpêkirin, dewam dikin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku saziyên Ewropayê (PE, KE, CPT û DMME) lê ne, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK - E) bi şev meşek hat lidarxistin.

Meşa ku li qada Kleberê destpê kir, li qada Nobeda Azadiyê ku 12 sal in li ber saziyên Ewropayê li hev dicivin, bi dawî bû.

Di meşa bi coş de pankart û dowîzên bi zimanên cuda “Ji Ocalan re Azadî” hatin hilgirtin.

Çalakgeran di meşê de bênavber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe”, "Jin, jiyan, azadî" û "Bîjî Serok Apo" berz kirin.  Daxuyaniya ku TJK-E amade kiribû hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji bo hebûnê têdikoşe û hate gotin ku jinên Kurd bi têkoşîneke mezin a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dayîna berdêlan rûmeta mirovahiyê rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi vê têkoşîna xwe ya bi rûmet Ewropa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin ku her çendî tê zanîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye jî, saziyên Ewropayê bi taybetî CPT vê yekê ji nedîtî ve tê. Di daxuyaniyê de bal kişand ser serdana CPT'ê ya li girtîgehên Tirkiyeyê û hat gotin ku neçûna Îmraliyê, rola Ewropayê ya di dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derxist holê.

Dema ku çalakvan hatin ber Konseya Ewropayê, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li vir balon hatin firandin û peyama ku wê jinên Kurd heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin hate dayîn.

Piştî meşa heta qada Nobeta Azadiyê ku 12 sal in dewam dike, li nuqteya hevpar a ku li ber saziyên Ewropayê dicivin mîtîngek hat lidarxistin. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat û endama TJK-E Selma Surer axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang hate kirin ku saziyên Ewropayê di şexsê Ocalan de nebin alîgirê sûcên li dijî gelê Kurd. Hat destnîşankirin ku îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye û bêyî azadiya Abdullah Ocalan gelê Kurd azad nabe.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.