Danişîna siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz dewam kir

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Elmanyayê tê darizandin, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd.

Danişîna siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz dewam kir ku Ayaz  di sala 2023'yan de girêdayî daxwaza dewleta Elmanyayê ji bo dîtina malbata xwe çûbû Qibrisê û li balafirgeha Larnakayê ji aliyê dewleta Qibrisê ve hatibû girtin û ew radestî Elmanyayê kiribûn. 

Doza Ayaz  li Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê dewam dike. Kenan Ayaz di danişînê de bal kişand li ser dagirkirina Kurdistanê û tekoşîna gelê Kurd. Kenan Ayaz anî ziman ku zîhniyeta faşîst mafên gelê Kurd xesp kiriye û wiha axivî:  “Li dijî Kurdan êrîşên tunekirina fizîkî jî hatin destpêkirin. Hema bibêje xaka Kurdistanê bûye cihê talanê. Li gel tunekirina fizîkî, di warên çand, huner û qadên civakî de jî gelê Kurd bi qirkirineke hovane re rû bi rû hate hiştin. Dijminahiya sed salan îro jî ji aliyê rejîma Erdoganî ve  tê meşandin.’’

Danişîna Kenan Ayazî wê di 11’ê Adarê de berdewam bike.