Navenda Civaka Kurd a Demokratîk daxuyaniyek nivîskî da û got: “23’yê Mijdara 2023’yan li Bremenê ji kargehên Kurdan re nameya ‘ez ê we biteqînim’ hate şandin. 21’ê Sibata 2024’an li qutiya postayê ya e. V ya Bratî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê nameyekê ku têde guleyeke bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî heyî, hate hiştin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Kurd civaka herî xwe rêxistinkirî ya li Elmanyayê ne. Li Eyaleta Bremenê di nava koma koçberan a herî berfireh de cih digirin. Civaka Kurd a ku parçeyekî civaka Bremenê ye, parçeyekî çêkera pir çandî ya civaka Kurd e. Lê di demên dawî de li bajarê Bremenê li dijî civaka Kurd pratîkên cihêkar, krîmînalîze kirin û gef xwarinê li Elmanyayê, bi taybetî li Bremenê bû sedema nerazîbûneke mezin.
Em weke Kurdên ku li Elmanyayê dijîn, ji saziyên dewleta Elman vê dixwazin: Dest ji krîmalîzekirina me berdin!
Êrîş û gefên nîjadperest ên li dijî civaka Kurd, lêkolîn bikin û hemû hûrgiliyan bi me re parve bikin.
Hesasiyeta ku hûn li hemberî antî-semîtîzmê nîşan didin, li dijî nîjadperestiya li hemberî Kurdan jî nîşan bidin û saziyên Kurdan biparêzin.”