Statuya xweser a Korsîkayê diyar dibe

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn hevdîtineke bi qasî 4 saet û nîv bi nûnerên Korsîkayî re pêk anî. Darmanîn “pêşniyara destûra bingehîn” ku “5 gavên girîng” di nav de hene, pêşkêşî Kosîkayiyan kir.

Şeva Duşemê li Parîsê civîneke dirêj hate lidarxistin. Gerald Darmanîn di dawiya civînê de anî ziman ku nûnerên hilbijartî yên Korsîkayê û dewletê ji bo xweseriya giravê li ser pêşnûmeya reforma destûra bingehîn ew ber bi “lihevkirinê” ve diçin.

Li gorî medyaya Fransê civîn li avahiya wezaretê bi şîveke bi qasî 4,5 saetan dom kir. Wezîrê Karên Hundir şeva Duşemê daxuyanî da çapemeniyê û “pêşnûmeya destûra bingehîn” ku “5 gavên girîng di nav de hene” eşkere kir. Wezîr got ku ew difikirin ku têkildarî vê mijarê li hev bikin.

5 GAVÊN GIRÎNG

Xisûsa yekem a ji aliyê wezîr ve hatî ragihandin, ev e: “Çand, ziman û taybetmendiyê giravê yên herêma Korsîkayê” û “qebûlkirina bi girêdana xakê ve li destûra bingehîn xwedî cihekî bê hempa ye.”

Nuqteya duyem: Hikûmet dixwaze ku Korsîka ji bo qanûn û rêveberiyên xwe li gorî rewşa xwe pêk bîne, bila bibe xwediyê 'rayeyên giştî'.

Nuqteya sêyem: Erkên qanûndanîn û sererastkirinê yên li qadên bi qanûnê diyarkirî, bi gotineke din ji ailyê standartan ve wê xweserî ji Korsîkayê re bê dayin.

Gerald Darmanîn têkildarî du tiştan hişyarî da: Her metin ji bo hevdîtinê wê pêşkêşî dadgeha şêwirmendiyê bê kirin, ji bo lêkolînê jî wê pêşkêşî Konseya Destûra Bingehîn bê kirin.

Nuqteya çarem: Têkildarî vê mijara statuya nû wê bi Korsîkayiyan re bişêwirin û divê erê bikin.

Nuqteya pêncem: Herî dawî wê biryar bê dayin ku referandûm wê li gorî dilê neteweparêzên Korsîkayê li ser sernavekî Destûra Bingehîn bê kirin, yan jî wê li gorî xwesteka Serokkomar Emmanûel Macron di nava xaleke ji rêzê de bê bicihkirin.

Emmanûel Macron 28’ê Îlonê serdana Korsîkayê kiribû têkildarî vê mijara statuya xweser bi qasî 6 mehan wext dabû.