Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan a li Bordeaûxê bi civînekê bi dawî bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan a li Bordeaûxê bi civînekê bi dawî bû.
Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di greva birçîbûnê de ne. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya girtiyan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê greva birçîbûnê ya 4 rojan dan destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi civîna gel bi dawî bû.
Kurdistanî û dostê, gelek nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê û Navenda Çanda Elewiyan jî beşdarî civînê bûn. Di civînê axaftinên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî hatin kirin.
Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê diyar kirin ku ew ê di her şert û mercî de bi hev re têbikoşin, nûnerên Navenda Çanda Elewiyan jî bal kişandin ser hevkariya têkoşînê.
Di civînê de çalakvanên greva birçîbûnê jî axivîn. Di axaftinan de banga geşkirin û xwedîderketina çalakiyan hat kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê bi rêbazên cuda yên çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.
Çalakî bi dirûmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.