Kolberek din jî hate qetilkirin

Hêzên dewleta Îranê li sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, kolberek qetil kirin.

Hate ragihandin ku kolberek ji gundê Nelasî yê ser bi bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, li sînorê Qendîlê di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de hate qetilkirin.

Li gorî heman agahiyan, kolberê hatî qetilkirin bi navê Salar Ehmediyane û 24 saliye, Salar dema ji bo debara jiyana xwe bi neçarî diçe karê kolberiyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê yên li devera Serdeşt ve bi çekên giran a doçkayê tê gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dide.

Hate diyarkirin ku cenazeyê Salar Ehmed ji bo ji aliyê malbata wî ve were girtin, rakiribûn nexweşxaneya bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperîn.