BI DÎMEN

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Bolléneyê meş hat lidarxistin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne yê Fransayê meşek hat lidarxistin.

Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Bolléne 18 juin 1940 hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdistaniyên ji bajarê Avîngnonê hatin jî tevlî meşê bûn. Meşvanan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hildan û heta Şaredariya Bolléne meşiyan û bêyî navber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Meşvanan li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin bi ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.