BI DÎMEN

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi coş didome

Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bi coş didome. Çalakgeran bi kesên hatin serdana wan re ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên zindanan re qert şandin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê ku 90 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bordeaûxê 3 roj in çalakiya greva birçîbûnê de ne.


Çalakgerên ku bi moraleke mezin çalakiya xwe berdewam dikin, di nava rojê de nûnerên Navenda Çanda Elewiyan, gelek saziyên sosyalîst ên Fransayê û sendîkayên karkeran û gelê Kurdistanê ziyaret kirin.

Çalakgeran di nava rojê de govend gerandin û bi stranan re bi mêvanan re govend gerandin û piştre jî gelek belavokên ku armanca çalakiya xwe vegotin, belav kirin.

Çalakgeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in di pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê de tê ragirtin û her wiha ji girtiyên siyasî yên 3 meh in di nava berxwedanê de ne, qert nivîsandin.

Çalakgeran diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ji bo azadiya fîzîkî û ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di berxwedanê de çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine û gotin, "Em hêvî dikin ku gelê welatparêz û dostên xwe yên li Ewropayê xwedî li çalakiyê derkevin.”