Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komxebata çareseriyên altarnatîf lidar xist

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf, komxebatek organîze kir.

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, li bajarê Lohnê ya Elmanyayê weke berdewama xebatên platforma baweriyan, komxebatek bi sernavê 'Derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşniyarên çareseriyê' organîze kir.

Nûnerên saziyên ku Platformê pêk tînin tevlî komxebata ku li Navenda Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê hate lidarxistin bûn.

Di bernameya komxebatê de panelên bi sernavên "Di dîroka Rojhilata Navîn de Dogmatîzm, di dîroka dewletan de desthilatdarî û ol", "Li Rojhilata Navîn têkoşîn û destpêka modernîteya demokratîk", "Li Rojhilata Navîn nirxên civakî û jiyana wekhev", "Baweriya Demokratîk" cih digirin.

Komxebat bi moderatoriya Osman şahîn bi panela bi sernavê 'Di dîroka Rojhilata Navîn de Dogmatîzm, di dîroka dewletan de desthilatdarî û ol’ destpê kir.

Li ser navê FEDA'yê Azîz Tûnç, li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê Xanê Aga û li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Salih Botî weke panelvan cih girtin.

Azîz Tûnç di panelê de axivî û da zanîn ku pêşketina olan a di dîrokê de li gorî hewceyî û xizmeta civakê bi awayekî paraleli pêşketiye û got, "Ol çalakiyeke xweser a mirovan e. Bawerkirin çalakiyeke ku tenê mirov dikare pêk bîne."

Tûnç, da xuyakirin ku hemû olên yekxwedayî ji Zerdeştı heta Îslamiyetê bi têkoşîna li dijî neyîniyên li nava civakê destpê kirine û got, “Bi parastina nirxên mirovahiyê re xurt bûn. Lê belê, piştre ol xistin pozîsyoneke ku desthilatdariyê hildiberîne û pirsgirêkan diafirîne. Kirin amûra ku xizmeta desthilatdariyê bike. An derketina ol bi xwe ne ne neyînî ye.”

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Salih Botî axivî û got, "Hemû pirtûkên pîroz ji bo gel hatine. Îro li Rojhilata Navîn bi milyonan Kurd li ser navê ol tên xapandin. Kurdistan ji aliyê çar dewletên zalim û înkarker ve hatiye dagirkirin. Gelê Kurd ji qewma Nûh Pêxember e. Îro bombekirina Cûdî guneh e. Ji ber ku çawa Mekke, Medîne û Quds pîroz in, Cûdî jî wisa ye. Ew cih û warê Nûh Pêxember e. Gelê Kurd xwedî du pîroziyên girîng e, yek ola wan e û ya duyemîn jî neteweya wan e. Li gorî vê yekê em ol û neteweya xwe biparêzin."

Xanê Agal, da xuyakirin ku pirsgirêka herî girîng a civaka Rojhilata Navîn pirsgirêka jinê ye û got, "Jiyan bi awayekî wekhev li ser jin û mêr hatiye avakirin. Înkarkirina tevkariya jinê ya li xweza û jiyanê û beralîkirina wê, bû sedem ku her kes winda bike. Pirsgirêka sereke ya îro ev e. Naguherparêziya herî mezin a li Rojhilata Navîn, înkarkirina jinê ye."

Komxebata duyem bi panela bi sernavê 'Têkoşîna li Rojhilata Navîn û Destpêkirina Modernîteya Demokratîk' berdewam kir. Moderatoriya wê jî Xatê Geyîkçî kir. Li ser navê CÎK'ê Hafiz Tûrhalli, li ser navê FEDA'yê Îmam Canpolat û li ser navê Koordînasyona Êzidiyan a Ewropayê jî Osman Ergîn weke panelvan beşdar bûn.

Îmam Canpolat di panelê axivî û işaret bi girîngiya komxebatê kir û got, "Gelek girînge ku em li dijî parçebûna ku dijmin li ser me ferz dike îro em li hev kom dibin û hêza xwe dikin yek û ji bo jiyaneke azad têbikoşin."

Îmam Canpolat, da zanîn ku Mezopotamya destpêka jiyana çandinî û aborî ye û destnîşan kir ku dîroka sîstema kapîtalîst a li Rojhilata Navîn nû destpêkiriye û girîngiya Modernîteya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke alternatîf hatiye pêşxistin vegot.

Li ser navê Koordînasyona Êzidiyan a Ewropayê Osman Ergîn axivî û da xuyakirin ku Rojhilata Navîn destpêka gelek têgihiştinên ku di dîrokê de bi taybetî jî diyardeya dewletê derketiye holê ye û anî ziman ku gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'We li ku winda kir, hûn ê li wir bibînin' ji bo eşkerekirina resenî û rastiya vê dîroka xetimandî girîng e.

Li ser navê CÎK'ê Ahmet Hafiz Tûrhalli jî da xuyakirin ku di dîrokê de du têgihiştin her tim bi pêş ketine û got, "Yek desthilatdarî û ya duyem jî aliyên dijberî wê. Carna ji aliyê pêxemberan ve dihat birêvebirin, carna ji aliyê rêberan ve dihat meşandin. Sîstem bi çi şiklî dixwaze xwe bi cih bike. Pêxember û rêber hemû bi baweriyek pak derketin. Ev exlaqê baş pêşkêşî civakê kirine." Tûrhallı, pergalên li ser navê olê yên ku di Îslamê de hatine avakirin, bi mînakan vegot û da zanîn ku hemû rêber û meleyên ku li dijî vê pergalê derketine hatin qetilkirin.