BI DÎMEN

3 şehîdên ji heman malbatê li Bonnê hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Bonnê ji bo Zîn Jînda ya herî dawî li Tebqayê şehîd bibû û şoreşgerên bi navê Rizgar û Latîf ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Şervana YPJ’ê Zîn Jînda (Behiye Ebdilmecîd) li bajarê Tebqayê dema erka xwe pêk dianî di encama qezayekê de şehîd bû û Rizgar (Zerdeşt Îsmaîl Ebdilmecîd) di sala 1998’an de li Botanê şehîd bû û Latîf (Ebdulatîf Cîzre) di sala 1979'an de li Amedê şehîd  bû û ji heman malbatê ne, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonnê hate lidarxistin de di şexsê her sê şehîdan de ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Gelek Kurdistanî di bîranînê amade bûn. Di merasîma bîranînê de 2 endamên malbata şehîdan, Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman û Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zozan Rojava axaftin kirin û têkoşîna şehîdan vegotin.

Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana şehîdan jî hate nîşandan.