EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurdistaniyan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê
Welatparêzên ku di çalakiya ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Li Moskowayê cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin
Li paytexta Rûsyayê Moskowayê cejna Xidir Nebî, Xidir Îlyas bi tevlîbûna gelek kesan hate pîrozkirin. -
Li Londonê 15’ê Sibatê hat protestokirin
Bi sedan kes ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londonê kom bûn û bi meşeke dirêj peyama, “Em ê cîhana bêyî Abdullah Ocalan li serê we hilweşînin” dan. -
Li ber Qesra Spî 15’ê Sibatê hat protestokirin
Kurdan û dostên wan li ber Qesra Spî ya Emerîkayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de Kurdan û dostên wan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin. -
KON-MED’ê spasiya kesên ku beşdarî mîtîna Kolnê bûne, kirin
KON-MED'ê spasiya kesên beşdarî mîtînga 17'ê Sibatê ya Kolnê bûn kir û got: "Meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê pêk hat, dîrokê nivîsand! Bi sed hezaran gotin 'vîna me Rêber Apo ye'." -
KCDK-E û TJK-E: Di meşa li Kolnê de dîrok ji nû ve hat nivîsandin - NÛ BÛ
KCDK-E û TJK-E’yê destnîşan kir ku bi meşa sed hezaran ruhê ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ gihandin Kolnê û got, “Di meşa li Kolnê de dîrok ji nû ve hat nivîsandin.” -
Li Kanadayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan li Kanadayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên curbicur pêk anîn. -
Komploya Navneteweyî li Mîlanoyê hat protestokirin
Komploya 15’ê Sibatê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi meşeke girseyî hat protestokirin. -
Çalakiya 15’ê Sibatê ya li Viyanayê: Em cîhana bêyî Rêber Apo qebûl nakin
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê daketin qadan, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de peyama "Em cîhana bêyî Rêber Apo qebûl nakin" dan. -
Li Romayê komplo hate protestokirin
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê hate protestokirin. Gelek partiyên siyasî, komele û sendîkayan piştgirî dan mîtîngê. -
Li Kolnê bi beşdariya sed hezaran kesî çalakiya dîrokî hat lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi beşdariya sed hezaran kesî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
Li ser keleha dîrokî ya Mauleonê pankarta Abdullah Ocalan hat daliqandin
Li herêma Baskê ya Fransayê (Bakurê Baskê) du Kurdistanî li ser keleha dîrokî ya Mauleonê ku li bajaroka Licharreyê ye, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parnkart daliqandin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Êrîvanê hat şermezarkirin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşekê hate şermezarkirin. -
Li Melboûrneyê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê li dijî komploya navneteweyî çalakî didomin. -
Li Kopenhagê 15 Sibatê hate protestokirin
Li paytexta Kopenhagê ya Danîmarkayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
Li Kolnê bi deh hezaran ji bo azadiya Abdullah Ocalan dimeşin
Bi deh hezaran kesên ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin, li bajarê Koln ê Elmanyayê dest bi meşê kirin. -
Di pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' de pêvajoyek nû destpê dike
Di konferansa li PE'yê pêk hat de gelek kesayetên naskirî hatin ba hev, di pêvajoya nû de ji bo pêngava azadiya Abdullah Ocalan divê çi bê kirin nîqaş kirin. Hat diyarkirin ku armanc heta azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, têkoşîn derxistina asta herî jor e. -
KON-MED'ê bertek nîşanî feraseta weşana ku Kurdan krîmînalîze dike da
Hevserokatiya KON-MED'ê bang li saziyên çapemeniyê yên li Elmanyayê kir ku nêzîkatiyên ragihandinê yên malpera express.de û rojnameya WDR'ê ya ku gelê Kurd krîmînalîze dike û bi exlaqê rojnamevaniyê tevnagere, şermezar û protesto bikin. -
Komploya 15’ê Sibatê li St. Poltenê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Poltenê bi meşekê protesto kirin û banga tevlîbûna meşa girseyî ya sibê li Viyanayê bê lidarxistin, kirin. -
Li Londonê Meşa 'Ji Rêber Apo re Azadî'
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Londonê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” dest bi meşa 3 rojan kir. -
Nêçîrvan Barzanî bi nûnerê qirkirina Kurd re hevdîtin pêk anî
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya polîtîkayên hevkariyê yên ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir, li Elmanyayê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. -
Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Di konferansa ku li PE’yê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û hat gotin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe. -
Konferansa Rêbertiyê: Îmralî 25 sal in wekî laboratuarê xizmetê dike
Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş li bajarê Strasboûrg ê Fransayê beşdarî "Konferansa Rêbertiyê" ya ku ji aliyê Meşa Azadiyê ve hat organîzekirin bû û got, "25 sal in Îmralî weke laboratuarê xizmetê dike." -
FEDA: Werin em di 17’ê Sibatê de li dijî tecrîdê li Kolnê bin
Hevseroka FEDA Huriye Kabayel got, "Em li dijî tecrîda li meşa 17'ê Sibatê ya li navenda Kolnê weke lûtkeya çalakiyan bicivin." -
Li PE’yê tecrîd û azadiya Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin
Li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî" hat lidarxistin. Di konferansê de tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin.