Li Dresdenê bi pêşengiya FEDA’yê Cema Xizir pêk hat

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bi beşdariya Hevserokê FEDA Demîr Çelîk û Pîr Alî Koçak Cema Xizir hat lidarxistin.

Li Dresdenê, şagirt pêşî bi gulbangê ya Pîr Alî Koçak şiyar bûn. Pîr Alî Koçak beriya Cem dest pê bike, berê xwe da beşdaran û got; “Eger di nav we de kesên xeyidî û nerazî hebin, bila derkevin pêş. Heta ku aştiyê em ava nekin em nikarin Cemê bidin destpêkirin.” Piştî ku kes derneket, wî bi li ser razîbûna beşdaran dest bi Cemê kir.

Di axaftinên di merasîmê de hat gotin ku cihê ku Xizir lê be, li wir bereket heye û li ser girîngiya têkoşîna nefsê rawestiyan.

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk got ku di baweriya Rêya Heq de cihê Xizir girîng e û anî ziman ku baweriya Elewiyan li derveyî dewletê ye û rola Cemê di bawerî û civakbûnê de vegot.

Di dema Cemê de jî wateya xizmetên ku divê di dema Cem de bên kirin hatin vegotin. Piştî lokma gulbangê, lokmayên ji hêla gel ve hatibûn amadekirin parve kirin.