BI DÎMEN

Li Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye'

Di çarçovaya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re' li hemû gund û navçeyên Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye' hate destpêkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya 'Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re' bi daxuyaniyekê tevlî pêngavê bûbû ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' di asta navneteweyî de hatibû destpêkirin. Pêngav bi çalakî, meş, mitîng, semîner, civîn, xwendinan parêznameyan û hwd. dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê çalakiyek di bin Navê  'Serok mêvanê mala we ye' dan destpêkirin. Bi vê çalakiyê re wê yek bi yek serdana malbatan were kirin, wêne û Buroşua ku jiyana Rêber Ocalan tê vegotin bê belavkirin û behsa paradîgmaya Rêber Ocalan bê kirin.

Çalakî ji Komelgeha Dugirê ya nehiya Sinûnê hate destpê kirin, endamên sazî û rêveberên meclisa jinê ya  komelgehê serdana malan kirin û di her serdanekê de bi germî pêşwaziya wan hate kirin. Destpêkê wêne û buroşura ku jiyana Rêber Apo tê de ye diyarî wan kirin û li ser jiyana wî bi berfirehî nîqaş û sohbet kirin.

'HETA AZADIYA SEROK EM Ê TÊBIKOŞIN'

Endama Koordinasyona TAJÊ Nazê Eliyas di serdena malbatan de axivî û da zanîn ku azadî ji fikirê Rêber Apo destpê dike û wiha got: "Weke jinên Şengalê me dest bi çalakiya ‘Serok APO mêvanê mala we ye' kiriye. Em ji bo serokê xwe çi bikin jî kêm e. Serok dibe ku di nava çar dîwaran de ye, lê ew mirovê herî azad e. Bi hezaran jin û ciwan li ser fikir û felsefa wî dimeşin, ew mirovekî ji rêzê nîne, ew kesekî pîroz e."

Nazê Eliyas bal kişand êşkenceya ku li Îmralî tê kirin û got, "Neheqiya herî mezin ew e ku Seroko Apo 25 sal in di nava zindanê de ye. Pêngava me ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo ye. Hemû cîhan li dijî serok sekinî ye. Mafên serok ên rewa nadênê. Serok herî zêde çav û mejiyê jinê vekir û bi hêz kir. Em jî wek jinên Êzidî tişta ku ji destê me tê heta  azadiya fîzîkî ya serokê xwe em ê têbikoşin."

'JI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO DITIRSIN'

Endama Meclisa Komelgeha Dugirê Semîra Sebrî diyar kir ku pêngava wan yek ji gavên serek e û bi wate ye û bendewariya xwe anî ziman, ku her malek dilxweşe bi van wêne û nivîsan û wiha got: “Pêngava ku 'Serok mêvanê mala we ye' me da destpê kirin, ji ber ku tecrîdeke giran li ser serokatiya me heye. Pêwîst bû ku heta niha mehkeme bihata nûkirin û ihtîmala berdanê jî heye, lê tirsa dewletan ji fikira azad a rêbertiya me ye. Ji bo wê jî tecrîdê giran dikin. Fikrê Serok Apo ne fikrekî ku ji bo kesekî ye, fikrê gelekî ye. Bi komekê destpê kir û niha bi milyonan kes şopdarên fikir û felsefeya wî ne."

‘EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE’

Endamên çalakiyê serdena Endamê Mektep Siyasî yê PADÊ Mûsa Qasim jî kirin û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman, "Di serî de em bixêrhatina her kesî dikin. Hestek û kêfxweşiyek bû ku civatek wisa derbasî mala me bûn û wêneyê Rêber Apo di destê wan de weke diyarî ji bo me anîne. Demek dirêj bû ku kêfxweşiyek wisa min hîs nekiribû û min jiyan ne kiribû. Cihê serbilindiyê ye ku îro roj wêneyê Rêber Apo ji me re weke diyarî tên. Em di van kêliyan de hîs dikin ku Rêber Apo di nava me de ye. Em weke miletê Şengalê deyindarê Rêber Apo ne, ji ber ku yê ku bi me hîs kir û bi me ve hat şervanên wî bûn. Yê ku em ji qirkirinê xelas kirin şervanên Rêber APo bûn. Em ê ti carî wan kêliyan ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin jî, wê ev wêne heta dawiyê di mala me de bimîne.”

‘HÊVIYA ME JI TAWIZÎ MELEK HEYE KU EM SEROKÊ XWE AZAD BIBÎNIN’

Her wisa serdana koçka Endamê KNK'ê û di heman demê de Serokeşîrê Eşîra Simoqiyan jî hate kirin. Bi navê çalakvanan endama TAJÊ ya komelgeha Dugirê Rîham Xidir axivî û got, "Weke jinên Şengalî me dest bi van çalakiyan kiriye û hêviya me ji xwedê û Tawizî Melek heye ku rojekê beriya rojeê em agahiyeke xêrê ji rêberê xwe bigrin û em wî fîzîkî azad di nava xwe de bibînin. Me piştî fermanê û heya roja îro jî bi fikir û felsefiya Serok Apo xwe li ser lingan girtiye, bi fikrê wî me xwe bi rêxistin kir û pêşxist. Pêwîste em hemû kesên di nava vê civakê de, çi jin, ciwan û pêşengên me kesên weke mam Seyd û her wekî din li Seork Apo xwedî derkevin, tişta herî pîroz ew e ku îro bi wêneyê Seork Apo em derbasî koçka komelgehê bûn û em wêneyên seork li her komelgeh, gund û malan digerînin."

‘HER ŞENGALIYEK DI BER AZADIYA SEROK DE BERPIRSYAR E’

Endamê KNK'ê û serokeşîrê Simoqiyan Mam Seyd Milhim pêşwaziya endam û  rêveberên meclisê kir û got "Em bi xêrhatina hemû dayîk û xwişkan dikin ku serdana me kirin û wêneyê serok ji me re weke diyarî anîne."

Seîd Milhim behsa dema fermanê kir û got, "Rastiyek xwe heye ku tu kes di Çiyayê Şengalê de qenciya ku Serok Apo kiriye ji bîr nake. Fermana ku hate serê me eger ne ew bûya wê koka me tune bûba û em ta 100 salên din jî venedgeriyan Şengalê. Me serok nedîtibû û wî jî Şengal nedîtibû, lê bi me ve hat û bê dudilê şagirtan xwe ji çiyayên azad ber bi Şengalê xwe berdan, bê ku tirs û xofek bikeve dilê wan, helbet wê Şengalî jî ti carî ji bîr nakin û wê can û rihê xwe jî di berde bidin. Ev rastiyeke ku divê neyê înkar kirin. Her kesê Şengalî divê xwe di ber azadiya Serok de berpirsiyar bibîne."