Bi armanca rawestandina pêla faşîst a rastgir a ku di mehên dawî de li Elmanyayê bilind dibe, li ser banga Meclîsa Penaberan a Baden-Wurttemberg û zêdeyî 80 saziyan li Stûttgartê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Bi hezaran kes beşdarî meş û mîtîngê bûn û bi al, afîş û pankartan daxwazên xwe bi devkî û nivîskî anîn ziman.
Girseya ku li qada Maktplatzê ya li ber avahiya Şaredariya Mezin a Stûttgartê dest bi kombûnê kir û kolanên derdorê tijî kes bûn. Nûnerên saziyên sivîl derketin ser dikê û axaftin kirin û li ser girîngî û sedema çalakiya îro anîn ziman. Di axaftinan de bang li raya giştî kirin ku li dijî AfD û pêkhateyên wê helwestê nîşan bidin. Axaftvanan her wiha li ser polîtîkaya heyî ya hikûmeta Elman jî nirxandin kirin.
Çapemeniya 'Lêkolîna Correctiv' civîna veşartî ya nûnerên CDU û AFD'ê yên ku di Mijdara 2023'an de li Potsdamê hatin cem hev, li ser biyanofobî û armanca wan a dersînorkirina penaberan bi hincetên veşartî ji raya giştî re ragihandibû. Piştî vê daxuyaniyê bi mehan li tevahiya Elmanyayê dengên dijber bilind bûn û çalakiyên ku ev helwest nayê qebûlkirin dest pê kir. Di çalakiya hevpar a 24’ê Sibatê ya li Stûttgartê pêk hat de hevdîtinên veşartî yên her du partiyan û biryarên wan şermezar kirin. Di çalakiyê de ji bo pêşî li zîhniyeta nîjadperest a AfD'ê bê girtin, bal hat kişandin ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan.
Di daxuyaniya hevpar a nûnerên Seebrûcke BW û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Fluchtlignsrat Baden-Wurtemberg de kesên ku di encama şer û polîtîkayên îdeolojiyên faşîst de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em kesên ku li Behra Spî ji bo azadiya xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em şehîdên ku ji aliyê rejîmên kujer ve hatine qetilkirin û darvekirin bi bîr tînin! Em kesên ku di têkoşîna Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jin Jiyan Azadî de şehîd bûne bi bîr tînin. Em kesên ku li her derê cîhanê li dijî faşîzmê dengê xwe bilind dikin û li dijî faşîzmê têdikoşin û yên ku wê têkoşîna xwe bidomînin jî ji bîr nakin! Em qurbaniyên şer û terorê li Sûriye, Efganistan, Sûdan, Ukrayna, Somalî û herêmên din ên şer ji bîr nakin! Her wiha em kesên ku ji ber têkoşîna mafên mirovan di girtîgehan de ne ji bîr nakin! Û yên ku ji bilî revînê yan jî penaberiyê çareya wan nemabûn û ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dan!
Em ji we dipirsin; Ger hûn bûna mirovên ku ji bo sax bimînin ji bilî revîn û penaberiyê neçar mabûn we çi bikira? Mixabin ew kes ji bo sax bimînin û bûne penaber… Lê em hene, li dijî faşîzmê ne û ne bi tenê ne! Di van salên dawî de, siyaseta Elmanyayê ya penaberan gihîştiye rewşek tirsnak û xemgîn. Bûye rewşeke ku mirovahî îflas bike. Li şûna afirandina cihên ewle, têne asteng kirin û krîmînalîzekirin. Pêla dijminatiya biyaniyan gihîştiye lûtkeyê. Ji bîr kirin ku mafê penaberiyê mafekî mirovî ye. Û em naxwazin li hemberî vê pêlê bêdeng bimînin. Em li cem kesên ku ji bo jiyana mirovên din şer dikin in. Em daxwaza rêzgirtin û parastina mafê penaberan dikin.
Divê Ewropa rêyên ewletir ji penaberan re veke. Ji sala 2019’an û vir ve zêdeyî 10 hezar kes dema ku reviyane mirine. Yên derqanûnî ne penaber, îdeolojiyên nijadperest ên AfD û alîgirên wê ne. Di serê salê de Parlamentoya Elmanyayê "Qanûna başkirina dersînorkirinê” qebûl kir û li şûna başkirina rewşê xwest ku alîgirên dersînorkirinû ji xwe re çêbikin. Ev qanûn demokrasî û mafên me yên bingehîn binpê dike. Ji ber vê yekê em bi hev re ji bo heman maf û rûmeta her mirovî têbikoşin. Ji ber ku rûmeta mirovan nayê binpêkirin. Tu kes ji yê din kêmtir bi qîmetir nîne. Ji ku derê tê bila bê; bi kîjan zimanî biaxive; baweriya mirov çi dibe bila bibe, em ê nehêlin ku me parçe bikin! Bi hemû hêza xwe em ê di têkoşîna li dijî AfD’ê de bi ser bikevin.
Xwîna ku di hemû damarên me de diherike yek e. Wekî ku Margot Friedlander got, "Xwîna Xiristiyan, Cihû û Misilman tune. Tenê xwîna mirovan heye. Ji ber vê yekê divê em hemû hurmetê ji mirovan re bigirin!'' Em bi dengekî bilind bibêjin ku li vî welatê ku em hemû bi hev re dijîn penaberan baş pêşwazî bikin û em dixwazin bi hev re bijîn. Werin em wisa bi dengekî bilind bibêjin ku ne tenê kesên li şaredariyê, bila Parlamentoya Elmanyayê jî bibihîzin û bi dengekî bilind, zelal bibêjin: Penaber bi xêr hatin vir!
Piştî axaftinan girse heta Tûbîngen Strasse bi dirûşmeyan meşiya û heta qada Marîenplatzê hat. Li vir jî bi hezaran çalakgerên ku nekarîn xwe li qada mîtîngê bi cih bikin, piştî axaftin û berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.