BI DÎMEN

Gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê hat protestokirin

Siyasetmedaran bertek nîşanî gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê dan, xwestin li dijî êrîşa faşîst û nîjadperest bi hev re tevbigerin.

21’ê Sibata 2024’an li qutiya postayê ya V ya Bratî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê nameyekê ku têde guleyeke bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî heyî, hate hiştin. Der barê mijarê de îro li ber Bratî e. V daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka KON-MED Rûken Akça, Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn, Hevseroka DKTM ya Bremenê Xezal Yalçin, Alîkarê Serokê Meclîsa Eyaleta Bremenê Cindî Tûncel, Parlamenterê Dîe Lînke Mûhlis Kocaaga û gelek Elman beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn axivî. Ergîn bal kişand bi ser gef û êrîşên nijadperesî yên demên dawî û got: “Em rastî êrîşên nijadperest û faşîst tên. Em nêzî sê milyon Kurd li Elmanyayê dijîn, lê belê em xwe dibin ewlehiyê de hîs nakin. Bi vê boneyê em îro liv irin. Êdî li me Kurdan jî guhdar bikin.”

Hevseroka DKTM’ê Xezal Yalçin jî axivî. Yalçin, bertek nîşanî xemsariya çapemeniya Elmanya ya der barê gefê de da û got: “Me îro dixwaz em rojnameyên Elman jî li vir bibînin. Komeleya me fermî ye û zarokên me li vir bi ziman û çanda xwe hîn dibin. Lê mixabin çapemenî êrîşên nijadperest ên li dijî me ji nedîtî ve tê.”

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça anî ziman ku welatiyên Kurd ên ji ber zextên dewletê hatine li vir bicih bûne, aramî û aştiyê dixwazin.

Alîkarê Parlamentoya Eyaleta Bremenê Cindî Tûncel jî axivî û got: “Divê li dijî êrîşên nijadperest bertekên hevpar bên dayîn. Ne tenê Kurd, ferdên hemû civakan tên li komleya me. Li dijî êrîşa nijadperest a meha Mijdarê ya li Potsdamê em hemû derketin qadan. Em li dijî nijadperestiyê rawestiyan. Kurd ne bi tenê ne. Ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e, pirsgirêka her kesê ye.”

Parlamenterê Dîe Lînke Mûhlîs Kocaaga jî bertek nîşanî êrîşa nijadperest a li Bremenê da û êrîşa li Parîsê li dijî komeleya Kurdan bibîrxist û got: “Divê her kes hişiyar be. Di sala 2012’an de li dijî komeleya Kurd a Parîsê êrîş pêk hat. Di sala 2022’an de jî dîsan êrîş pêk hat. Li Parîsê li dijî Kurdan komkujî pêk hat. Di sala 2019’an de jî li Hanaûyê çêbû.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Hoch die İnternationale Solidaritat” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.