NCDK’ê bang li Swêdê kir: Ferît Çelîk berdin!

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) bang li Swêdê kir ku Ferît Çelîk ê li ser daxwaza Elmanyayê hatiye girtin, serbest berde.

NCDK'ê diyar kir ku ji bo Ferît Çelîk ê di 23'ê Sibatê de ji aliyê polîsên Swêdê ve hat desteserkirin û wê radestî Elmanyayê bê kirin ti bingeheke hiqûqî nîne. NCDK’ê bang li Kurdistanî û rêxistinên demokratîk ên li Swêdê kir ku binçavkirina Çelîk protesto bikin.

NCDK'ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: "Di 23'ê Sibatê de Ferît Çelîk ê 36 salî ku li Swêdê dijî, ji aliyê Serwîsa Ewlekariya Swêdê ya li ofîsa Solnayê ve ji bo hevdîtinê hatibû gazîkirin. Ferît Çelîk bi parêzerê xwe re kêmî 45 deqeyan hevdîtin kir. Piştî ku Ferît û parêzerê xwe ji avahiya Solnayê derketin, li ser rê wesayîta parêzer ji aliyê 3 maşîneyên polîsan ve hat rawestandin û Ferît Çelîk ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin."

Hate hînbûn ku danişîna yekem a Ferît Çelîk di 26’ê Sibatê roja Duşemê li Dadgeha Sodertornê hat dîtin li ser daxwaza Elmanyayê hate binçavkirin.

Çelîk ê derbarê wî de biryara girtinê heye, heta biryara wê radestî Elmanyayê bikin an na derkeve wê girtî bimîne.

Di daxuyaniya NCDK'ê de hat diyarkirin ku Ferît Çelîk ne li Elmanyayê ne jî li Swêdê tu sûc nekiriye û eger radestî Elmanyayê were kirin bi xetereya girtîgehê û heta radestkirina Tirkiyeyê re rû bi rû bimîne.

Di berdewamiya daxuyaniya NCDK’ê ev tişt hatin parvekirin: “Em dizanin ku ti bingeheke qanûnî ya radestkirina Ferît Çelîk bo Elmanyayê nîne. Ferît Çelîk ji bilî mafên xwe yên bingehîn û beşdarbûna xebatên siyasî-çandî yên ji bo gelê Kurd beşdarî ti çalakiyên neqanûnî nebûye. Ew bi bikaranîna van mafan li Tirkiyê hat tawanbarkirin û penaberî Swêdê bû. Qanûna Swêdê mafê penaberiyê da wî. Weke NCDK’ê em binçavkirina Ferît Çelîk bi tundî şermezar dikin. 

Helwesta polîsan a bi hincetên keyfî Kurdan digirin qebûl nakin. diyasporaya kurd li Swêdê ji bo demeke dirêj. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin berdana Ferît Çelîk. Her wiha em bang li her kesî dikin ku li dijî kampanyaya krîmînalîzekirina ku ji aliyê polîsên ewlekariyê ve li dijî Kurdan tê meşandin ku ti bingeheke wê ya exlaqî û yasayî di destûra Swêdê de nîne, rabin û rayedarên Swêdê ji ber zext û zordariya li ser Kurdan şermezar bikin.”