BI DÎMEN

Bişeng Brûsk û Sara Hogir li ber avahiya NY’ê hatin bîranîn

Di çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn. Di çalakiyê de peyama, "Em ê Rêberê xwe azad bikin" hat dayîn.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25'ê Çileya 2021'an û vir ve her roja Çarşemê li Qada Natîons a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de tê lidarxistin, bi biryar dewam dike.

Di çalakiya rûniştinê ya li derdora konê li qadê hate danîn, çalakvanan asta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê li ser esasê qirkirinê ji raya giştî re vegotin.

Di çalakiyê de Bişeng Brûsk (Rojda Bîlen) û Sara Hogir (Gulsûn Sîlgîr) ên ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Di daxuyaniya Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz a li qada çalakiyê de, bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê. Di daxuyaniyê de berpirsiyariyên NY, Konseya Ewropa (KE) û saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatin bibîrxistin.

Tûba Yilmaz bi bîr xist ku heyeta CPT di 13-22'ê Sibata 2024'an de çû serdana hin girtîgehên Tirkiyeyê û got, “Heyet neçû serdana Rêber Apo ku 3 sal zêdetir e agahî jê nayê girtin” û Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

‘HETA KU EM ENCAM BIGIRIN EM Ê LI QADAN BIN’

Tuba Yilmaz da zanîn ku ew ê li qadên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku li ser asta cîhanê ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, bin û got: “Heta ku saziyên navneteweyî berpirsiyariyên xwe cih bînin em ê li qadan bin. Divê her kes baş bizane ku em ê pêngavê bi ser bixin û Rêberê xwe azad bikin."