BI DÎMEN

Li Swîsreyê bi tevlîbûna parêzerên Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin

Li bajarên Swîsreyê bi beşdariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedaran civînên gel hatin lidarxistin.

Li bajarên Zurîh, Basel û Lozanê yên Swîsreyê bi rojeva tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civînên gel hatin lidarxistin.

ZURIH,

Li Zurîhê bi tevlîbûna parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk û siyasetmedar Kemal Aktaş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (DKTM) civîna gel hat lidarxistin.

Di civînê parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, tecrîda 25 salan a Îmraliyê, êşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê nirxand. Ozturk diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û got: “Em li rewşa Îmraliyê ne tenê weke sîstemekê dinêrin. Nêzîkî 3 sal in em ji şexsê wî tu agahî nagirin. Em ne tenê ji Birêz Abdullah Ocalan, ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li wir in jî nikarin tu agahî bigirin.”

Ozturk anî ziman ku armanca dewleta Tirk ew e ku Rêberê Gelê Kurd bide jibîrkirin û sedema vê jî paradîgmaya ku derxistiye holê û got: “Birêz Abdullah Ocalan dema li Îmraliyê di bin tecrîdê de bû hîn bêhtir afirand.” Ozturk diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Yekîtiya Ewropayê (CPT) peywira xwe bi cih neanî û got: “AÎHM û CPT heta niha erkên xwe bi cih neanîne. Li şûna wê, ew li gorî berjewendiyên siyasî biryar dide. Ji ber vê helwestê Tirkiye biryarên AÎHM’ê nas nake.”

Siyasetmedar Kemal Aktaş diyar kir ku di pêvajoya Romayê de berteka gelê Kurd gelekî girîng bû û wiha got: “Rêber Apo beriya niha jî gotibû, ‘Heke hûn ji min tu agahî nestîn divê hûn kevir li ser kevir nehêlin’. Ev kesên ku hefteya borî pirên li Kolnê hejandin, wê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi pêşengiya dostên gelê Kurd dest pê kir, pêngaveke dîrokî ye. Divê her kes li gorî vê tevgerê jiyana xwe û têkoşîna xwe bi rê ve bibe. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê bi taybet li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Gerîla li berxwe dide, girtiyên li girtîgehan li ber xwe didin, gel li ber xwe dide. Divê em vê berxwedanê bidomînin, divê em bi israr bin.”

Civîn bi beşa pirs û bersivan berdewam kir.

LOZAN

Di heman çarçoveyê de li DKTM'ê ya Lozanê jî civîneke gel hat lidarxistin. Di civîna ku bi beşdariya parêzer Mahmut Şakar û siyasetmedarê Kurd Musa Farîsogullari pêk hat de Farîsogullari axaftina yekemîn kir.

Farîsogûllari diyar kir ku di vê pêvajoyê de Kurd bi tenê hatine hiştin û got, gelê Kurd weke dewama Komploya Navneteweyî dixwaze bi şer bi temamî were tunekirin. Farîsogullari wiha axivî: "Tecrîda li ser Rêber Apo berdewamiya Komploya Navneteweyî ye. Rêber Apo bi pêşbîniya xwe ya 20 sal berê bi tezên ku derxistiye holê pêvajoya ku îro diqewime nîşan da. 25 sal in bi tenê li Îmraliyê, saziyên navneteweyî jî ji komployê agahdar in. Heta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî êşkenceya sîstematîk a dewleta Tirk bêdengiyê tercîh kir. “

Farîsogullari diyar kir ku êdî hemû cîhan berxwedana Kurdan nas dike û got: "Êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Kurd êdî azadiya Rêber Apo dixwazin û bi dostên xwe re dest bi pêngavê kirin. Pêwîst e em vê pêvajoyê biparêzin. Azadiya Rêber Apo girîng e. Fikrên wî li hemû cîhanê belav bûye. Pêwîst e em berxwedana li her derê Kurdistanê xurt bikin û vê berxwedana bi rûmet biparêzin. Ji ber ku dijmin êrîşên hovane û dijmirovî pêk tîne. Grevên birçîbûnê yên ji bo Rêber Apo li zindanan berdewam dikin. Em vê berxwedanê silav dikin. “

Piştre parêzer Mahmut Şakar jî axivî û wiha got: “Xwestin bi pêvajoya komployê li Tirkiyeyê şerê navxweyî çêbikin. Rêbertî ji bo pêşîgirtina li rewşeke bi vî rengî ya weke tepisandina serhildanan, têkoşîneke mezin da. Rêbertî pêşbînî kir ku metirsiya qirkirinê heye û ji bo vê jî gav avêtin. Pêngavên ku Birêz Abdullah Ocalan avêtin pêşeroja me diyar kir. Ev gav pêşî li komkujiyên pêşerojê girt. Armanca sereke ya Rêber Apo ew bû ku pêngava komployê pûç bike. Bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê ev yek nîşanî hemû cîhanê da. Yê ku hawîrdora vejînê afirandiye Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurd e.

Projeya azadiyê ya ku Rêber Apo li Rojava ava kir ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bû mînak. Dewleta Tirk ji Şoreşa Rojava ditirsiya. Û ji ber vê yekê hevdîtin hatin rawestandin.”

BASEL

Li Baselê jî bi beşdariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zelal Aydogan û Cengîz Yureklî civîneke gel hat lidarxistin.