BI DÎMEN

Li Cenevreyê şehîd hatin bibîranîn

Malbatên şehîdan li Cenevreyê hatin ba hev, şehîd bi bîr anîn û gotin: "Partiya me ya ku îro bûye hêviya bi milyonan, hêza xwe ji mîrateya şehîdan digire."

Malbat û Xizmên Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn hatin ba hev û şehîdan bi bîr anîn.

Bîranînê di şexsê Sara Tolhildan Goyî (Dîlara Ûrper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ên di 26’ê Îlona 2022’an de li Mêrsînê çalakiya fedaî pêk anîn, Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Oguz) ên di 1’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî pêk anîn û 13’ê Çileyê de Jêhat Bagok (Mehmet Gumuş) û Sason Asmîn (Mûrat Oçek) ên li Zap, Avaşîn û metînayê de şehîd bibûn, bi deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiya ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) ve li Salona Konferansê ya Mahatma Gandî hat lidarxistin, ji wêneyên ku xizmên şehîdan anîne, quncikeke mezin a bîranînê hate amadekirin.

Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Riza Çetînkaya axaftinek kir. Çetînkaya bal kişand ser girîngiya erk û berpirsyariyên li hemberî şehîdan.

Pişt re Berdevkê Saziya Malbata Şehîdan a Ewropayê (KOMAW) Alî Heval mafê axaftinê girt. Alî Heval bi bîr xist ku ji roja ava bûna Tevgera Azadiya Kurd û vir ve piştî her şehadeta xwe pêvajoyeke nû hatiye avakirin û got, “PKK tevgera berdêl û tolhildanê ye. Piştî şehadeta Hakî Karer, Rêber Apo tola herî mezin bi îlankirina damezrandina PKK'ê hilda. Partiya me ya ku îro bûye hêviya bi milyonan, hêza xwe ji mîrateya şehîdan digire. Heke em dikaribin daxwazên xwe yên  Rêberê azad, Kurdên azad, Kurdistanek azad bînin ziman, ev encama berdelên şehîdên me ye.”

Piştî axaftina nûnerê KOMAW'ê xizmên şehîdan jî axaftinek kirin û hestên xwe anîn ziman. Di bîranînê de sînevîzyona ku beşên ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rastiya şehîdan vedihewîne jî hate nîşandan. Piştî temaşekirina sînevîzyona din a li ser têkoşînê ya ku Jêhat Bagok û Sason Asmîn bi gotinên xwe anîn ziman.

Çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.