BI DÎMEN

Şehîd Fîraz Dag hat bibîranîn

Derhêner û Rojnameger Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê li Reqayê şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana London Highgate ya ku gora wî lê ye, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

Şoreşger, rojnameger û derhêner Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê ku ji Îngilistanê tevlî nava refên Hêzên Parastina Gel (YPG) bû û di 26’ê Îlona 2017’an li Reqayê êrîşa DAÎŞ'ê de şehîd bû. Bi wesîleya rojbûna şehîd Fîraz li ser gora xwe hat bibîranîn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên Îngilistanê, malbat û hezkiriyên wî li Goristana Highgate ya Londonê ku gora Fîraz Dag lê ye hatin cem hev.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.


Li ser navê TCŞ'ê ya Îngilistanê Zindan Baz axaftinek kir û diyar kir ku Fîraz Dag bi jiyan, têkoşîn û bîranînên xwe rêbertiya wan kiriye û got, "Kengî em hesreta wî hîs dikin, em li stêrkên herî geş dinêrin. Li wî binêre, wî bibîne û bibe bersiva xewnên wî. Ji ber ku bîranînên şoreşgerî yên Mamo vê hewce dike."

Zindan Baz da zanîn ku hevrêyên Fîraz jî mîna wî li dijî êrîşên îmha û qirkirinê têkoşîna xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Me ew her tim bi rûyê wî yê bi ken, bi enerjiya bêdawî, hevaltiya xwe ya têkoşer û bê tawîz nas kir. Em ê wî wiha bi bîr bînin. Careke din gotina “Şehîd namirin” bi kar anî.”

Nivîskar Alî Poyraz diyar kir ku Fîraz Dag di têkoşîna azadiyê de kesayetek bi bandor bû û got, “Bi rastî me ew winda nekir; ew her kêliya jiyana me, her nefesa ku em distînin bi me re ye. Fîraz her tim di têkoşîna gelê Kurdistanê de jiyaye û wê bijî. Rêya hêsan ne hilbijart, rêya dijwar hilbijart. Em ê bîranînên wan zindî bihêlin û mezin bikin."