CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Maliyê êriş: 3 leşkerên hêza aştiyê hatin kuştin
Li Maliyê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, li dijî leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrişek hate kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 3 leşker ji ber êrişê mirine. -
Keştiya balafiran a Fransa vedigere Behra Spî
Keştiya balafiran a Fransaî ya bi navê Charles-de-Gaûlle di çarçovea têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê vedigere Behra Spî. Ev yek di demekê de ku nakokiyên bi Tirkiyeyê re hene pêk hat. -
Li Sûriyeyê di êrişên hewayî yên Îsraîlê herî kêm 57 kes mirin
Di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de ku nîvê şevê qewimî, li Sûriyeyê herî kêm 57 leşker û milîsên alîgirê Şamê mirin. -
Li Hindistanê reform hatin betalkirin, berxwedana cotkaran dewam dike
Li Hindistanê Dadgeha Bilind, pêkanîna reforma çandiniyê ku bû sedema nerazîbûna bi deh hezaran cotkarî, rawestand. -
Li DYE pêvajoya vekişandina ji peywirê çawa didome?
Li DYE hefteyek maye ji peywira Serok Trûmp re. Meclîsa Nûneran pêşnûmaya ji bo ku Alîkarê Serok Mîke Pence peywirê ji Serok Trûmp dewr bistîne, pesend kir. -
Li DYE'yê piştî 70 salî bi biryara federal jinek hate darvekirin
Li DYE'yê rêveberiya Donald Trûmp beriya ku biçe piştî bi 70 salî cara pêşî bi biryara federal jinek hate darvekirin. -
Israîlê 18 êrîşên hewayî bire ser Sûriyê
Israîlê êrîşên hewayî bire ser rojhilatê Sûriyê, 5 leşker û ji hêza hevalbend 11 kes mirin. -
Misrê qada ezmanî li Qatarê vekir
Misrê qedexeya qada ezmanî ya ku ji 2017'an û vir ve li ser Qatarê danîbû, rakir. Sivîl wê bikaribin bi rêya balafiran di navbeyna du welatan de biçine û bên. -
Ewûstûryayê sîxûrê Tirk ku bi kuştinê hatibû peywirdarkirin qewirand
Ewûstûryayê welatiyê Italî yê Tirk ku rejîma Enqerê ya bi rêveberiya Recep T. Erdogan bi kuştinê hatibû peywirdarkirin, dersînor kir. -
Enqere lê digere ku têkiliya xwe bi YE'yê re xweş bike
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji bo têkiliyên xwe yên YE'yê re xweş bike 21'ê Çile wê serdana Brûkselê bike. -
'Tirkiye bi dizî bi yekî nêzî Hefter re dide û distîne'
Li gorî îdîaya malpera nûçeyan a lêkolînê ya bi navê Mondafrîqûe, Tirkiye ku li Lîbyayê bi rêya çeteyên xwe li dijî eniya Xelîfe Hefter şer dike, di heman demê de bi rengekî veşartî pê re hevdîtinan dike. -
Trûmp ê li ber çûyînê ye, Kuba xiste nava lîsteya reş
Rêveberiya Donald Trûmp, demeke kurt beriya bidawîbûna dema wezîfeya xwe, Kuba ji nû ve xiste nava 'dewletên piştgiriyê didin terorîzmê'. -
Wezareta Karên Derve û Dîplomasiyê ya DYE: Wezîfeya Trûmp û Pence qediya
Malpera înternetê ya dîplomasiya DYE'yê ragihand ku dema wezîfeyê ya Donald J. Trûmp di 11.01.2021'ê saet di 19.49'an de qediya ye. Daxuyaniyeke bi heman rengî ji bo Alîkarê Serokê DYE'yê Mîke Pence li malpera Wezareta Karên Hundir hate weşandin. -
Ocean Vîkîng wê ji nû ve alî koçberan bike
Keştiya Ocean Vîkîng ku nêzî 5 meh in neçar hate hiştin tevnegere, ji bo alîkariyê bide koçberên li Derya Spî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, doh ji nû ve bi rê ket. -
Li Moskowayê civîna bilind a têkildarî Qerebaxê
Piştî ku li Qerebaxê dawî li şer hate anîn, lîderên Ermenistan û Azerbaycanê yekemcar bi malovaniya Rûsyayê li hev civiyan. Tê ragihandin, ku hîn jî gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne. -
DAÎŞ'ê li Nîjeryayê êriş kir: 13 leşker hatin kuştin
Komek ser bi çeteyên DAÎŞ'ê li eyaleta Yobe ya li bakur rojhilatê Nîjeryayê kemîn danî. Di encamê de 13 leşker hatin kuştin. -
Rêveberiya Trûmp wê Hûsiyan weke koma 'terorîst' ragihîne
Hikumeta Donald Trûmp ku li ber çûyînê ye, ragihand ku wê serhildêrên Hûsî yên Şîa yên Yemenê bixe nava lîsteya 'rêxistinên terorîst'. -
Hejmara senatorên ku dixwazin Trûmp îstifa bike, zêde dibe
Ji bo bidawîbûna dema wezîfeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp tenê 10 roj man. Ji niha ve gelek hilbijartiyan daxwaza îstifaya wî kirin. -
Fransa: Li Sûriye û Iraqê DAÎŞ dîsa zindî dibe
Wezîra Parastinê yê Fransayê Florence Parly fikarên xwe yên derbarê ji bû zindîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê û Iraqê anî ziman. -
Li Lubnanê rewşa penaberan xerab dibe
Li Lubnanê ya ku krîza malî û ekonomîk lê heye, rewşa penaberan gelekî xerab e. -
Li Endonezyayê erd hejiya: 11 kes mirin, gelek kes winda ne
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê du caran erd heziya, 11 kes mirin û gelek kes jî winda bûn. -
Balafira ku li Endonezyayê winda bû, kete nava behrê
Cesedên rêwiyên balafira bi tîpa Boeîng, ku roja Şemiyê li Endonezyayê winda bû, li peravên Cakartayê hatin dîtin. Zarok jî di nav de 62 kes di balafirê de bûn. -
'Rastgirên Emerîkî dibe ku zêdetir xwe berdin kuçeyan'
Berdevkê Washîngtonê yê HDP'ê Giran Ozcan got, piştî têkçûna li Georgîayê ji bo komarparêzan qadên muxalefeta sazûmanî zêde nemane û diyar kir, xwepêşandanên rastgiran dibe ku zêdetir bibin. -
Li Spanyayê ji berfê 3 kes mirin
Li Spanyayê, ku berfê gelekî lê daye, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê agir bi nexweşxaneyekê ket: 10 pitik mirin
Li eyaleta Maharashtra ya Hindistanê agir bi nexweşxaneyekê ket û 10 pitikên ji çend rojî heta sê mehî jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê hîn nayê zanîn.