Fransa: Li Sûriye û Iraqê DAÎŞ dîsa zindî dibe

Wezîra Parastinê yê Fransayê Florence Parly fikarên xwe yên derbarê ji bû zindîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Sûriyeyê û Iraqê anî ziman.

Wezîra Parastinê yê Fransayê Florence Parly tevlî bernameyek ya televîzyonê ku bi hevbeşiya France Înter û FranceÎnfo TV tê weşandin bû û got: “Fransa Daech (kurtkiriya Erebî ya DAÎŞ’ê) hê jî dihizire ku heye. Em dikarin behsa cûreyek zindîbûna DAÎŞ’ê ya li Iraqê bikin.”

Ew daxuyanî piştî biryara ku serokê nihayî yê Emerîkayê Donald Trûmp ku wê di nava meha Çileyê de 500 leşkerên din jî ji Iraqê vekişîne û 2 hezar û 500 leşkerî bihêle hat.

Parly diyarkir: “Piştî ketina Baxozê em dibînin ku DAÎŞ li Sûriyeyê ji nû ve xwe nû kiriye.”

Çeteyên DAÎŞ’ê di 30’ê Kanûnê êrîşek li dijî leşkerên Sûriyê pêk anî ku di encamê de 39 leşker miribûn.

Parly ku dazanîn DAÎŞ li Iraqê jî xwe ji nû ve çêkiriye wiha domkir: “DAÎŞ, ji holê nehatiye rakirin. Ji ber wê em bi rêya hêzên xwe yên perwerde û hewayî li wê derê ne.”