Li Hindistanê agir bi nexweşxaneyekê ket: 10 pitik mirin

Li eyaleta Maharashtra ya Hindistanê agir bi nexweşxaneyekê ket û 10 pitikên ji çend rojî heta sê mehî jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê hîn nayê zanîn.

Li bajarê Bhandra yê eyaleta Maharashtra ya Hindistanê, agir bi beşa jidayikbûnê ya nexweşxaneyekê ket û 10 zarokên ku temenê wan ji çend rojî heta 3 mehî jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku ew hîn bi sedema şewatê nizanin.

Xebatkarên nexweşxaneyê, 7 piştikên nû ji dayik bûn, ji şewatê rizgar kirin.

Doktorekî li nexweşxaneyê got, "Sedema şewatê hîn nayê zanîn. Personelên me, heta jê hatin şewat zû vemirandin."

Hate ragihandin ku alarma şewatê ji aliyê hemşîreyan ve zû hatiye lêdan, lewma tîmên arkujiyê beriya ku şewat bigihêje beşên din ên nexweşxaneyê vemirandine.

Rayedaran diyar kirin ku têkildarî sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Hindistanê di sala 2011'an de agir bi nexweşxaneyeke li Kalkutayê ketibû û 90 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.