Li Hindistanê reform hatin betalkirin, berxwedana cotkaran dewam dike

Li Hindistanê Dadgeha Bilind, pêkanîna reforma çandiniyê ku bû sedema nerazîbûna bi deh hezaran cotkarî, rawestand.

Serokê Dadgeha Bilind Şarad Arvînd Bobde got, "Heta fermaneke nû em bicihanîna sê qanûnên çandiniyê radiwestînin."

Dadgeha Bilind her wiha diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzê komîteyek ji pisporan hatiye avakirin û dixwazin navbeynkariya navbera hikumetê û cotkaran hêsan bikin.

Li gorî reformên ku hikumetê amade kirine, gundî ji niha û pê ve êdî ne tenê li bazarên ku buhayên xwe ji aliyê dewletê ve hatine diyarkirin, her wiha dikarin berhemên xwe bi buhayê dixwazin bifiroşin her kesî.

Hikumet îdîa dike ku ev qanûn ji bo sektora çandiniyê ji bo dema dirêj pêwîstî ye.

Lê belê cotkar bi fikar in ku şîrketên taybet ên mezin buhayê kêm bikin û bi vî rengî derfetên debarê yên cotkaran ji holê rabin.

Ji ber vê yekê cotkar ji meha Mijdarê ve li ber deriyên Delhî ya Nû çalakiyan dikin.

Bi deh hezaran cotkar dixwazin reform bê betalkirin, lê hikumet xwe nade ber vê yekê.

Civînên navbera aliyan bi ser neketin. Tê payin ku di nava meha Çileyê de ji nû ve civîn pêk werin.