Li dijî dersînorkirina Çakas banga çalakiyê hate kirin

Gelek sazî û rêxistinên li Elmanyayê ku KON-MED jî di nav de ye, li dijî biryara dersînorkirina çalakvanê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas banga çalakiya roja Şemiyê li Hannoverê bê lidarxistin, kirin.

Elmanya zextên xwe yên li ser çalakvanên siyasî yên Kurd zêde dike. Hate ragihandin ku çalakvanê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Girtîgeha Uelzen (JVA Uelzen) tê girtin, bi dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê re rû bi rû ye.

Rêxistinên mafên mirovan daxuyandin ku ji ber li Tirkiyeyê xetereya êşkence zexyên siyadî zêde ye banga rawestandina biryara dersînorkirinê kirin. Konseya Penaberan a Niedersachsenê li Elmanyayê, Komeleya Hiqûqnasên Komarî (RAV), Rote Hilfe, KON-MED û gelek rêxistin û çalakvanan re bang li raya giştî kirin ku li dijî vê biryarê têkevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dersînorkirina Mehmet Çakas wê bibe skandal. Divê Elmanya nebe hevkarê polîtîkayên zordariyê. Nabe ku kesan dersînorî welatekî ku êşkence û bêqanûnî lê serdest e, were kirin!"

Di daxuyaniyê de banga çalakiya ku 12’yê Tîrmehê roja Şemiyê saet 14:00’an li Ernst-August-Platz a Hanoverê bê lidarxistin, hate kirin.

Tevî ku di van rojên dawî de li gelek bajarên wekî Hamburg, Celle, Uelzen û Hanoverê çalakî û mitîng hatine lidarxistin jî, çalakvan banga hestyariyê û dengê xwe bilind bikin li raya giştî dikin.

PAŞPERDEYA BÛYERÊ

Çakas ê ku li Çewlîgê ji dayik bûye, di dawiya sala 2022’yan de li Îtalyayê hate girtin û di Adara 2023’yan de radestî Elmanyayê hate kirin.

Çakas li Elmanya li gorî 129b hat cezakirin; rasterast bi sûcekî nehat tawanbarkirin. Dihat payin ku di 4’ê Cotmeha 2025’an de bê berdan, lê Dozgerê Giştî yê Elmanyayê dev ji înfazkirina cezayê wî berda û pêvajoya dersînorkirinê da destpêkirin.

Tirkiye jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "propagandayê" wî tawanbar dike. Tê zanîn ku ev tawanbarî pir caran ji bo bêdengkirina muxalifan têne bikaranîn.

Li gorî Peymana Têkoşîna Li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî, dersînorkirina mirovan bo welatekî ku xetera êşkenceyê lê heye, li dijî qanûnên navneteweyî ye. Biryara dersînorkirinê ya Elmanyayê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.