Li Maliyê êriş: 3 leşkerên hêza aştiyê hatin kuştin

Li Maliyê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, li dijî leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrişek hate kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 3 leşker ji ber êrişê mirine.

Konvoya leşkerên Mînûsma ku mîsyona Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Malî ye, li nêzî Tomboûctoû ya li bakurê welêt, bû hedefa êrişekê. Di vê êrişê de ku tê gotin ji aliyê komên cîhadîst ve hatiye kirin, 3 leşkerên ji artêşa Peravên Diranên Fîlan ên li nava mîsyonê wezîfedar, jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Mînûsmayê de hate ragihandin ku gelek leşker jî birîndar bûne.