Enqere lê digere ku têkiliya xwe bi YE'yê re xweş bike

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji bo têkiliyên xwe yên YE'yê re xweş bike 21'ê Çile wê serdana Brûkselê bike.

Li gorî saloxa ku AFP'ê dayî, Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Karûbarê Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand, bi mebesta xweşkirina têkiliyên Tirkiyê yên bi YE'yê re Wezîrê Karûbarê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu wê serdana Brûkselê bike.

Beriya vê rûdanê Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan Yekşema bihurî bi Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re bi telefonê axivîbû.

Komîsyona Erwopayê got, YE dixwaze bi Tirkiyê re bi çarçoweya 'hevkariyê' danûstandinan xweş bike û dixwazin gelemşeyên bi Enqerê re sivik bikin.

Serokkomarê Tirk jî got ew dixwazin bi YE'yê re rûpeleke nû vekin û hin welatên endamên YE'yê tawanbar kir ku ji tine de gelemşeyan çêdikin.

Berdevkê Komîsyona Ewropayê Erîc Mamer got, ''Em tevlî vê fikrê nabin'' û diyar kir, ''Gelemşeyên li gel Tirkiyê di hemû Yekîtiya Ewropayê digerin.''

Rêveberên YE'yê 11'ê Kanûna sala bihurî li Brûkselê komî ser hev bûbûn ji bo kirinên ''îllegal û hêrişkar'' ên Tirk ên li Deryayaspî, li ser Tirkiyê bijdînin li ser wê fikrê ya xwe kiribûn yek ku gelemşeyên navxweyî çareser bikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî kombûnê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kiribû, derheqê xebatên sondajê yên li avên Qibrisê û kesên ku tevlî xebatên lêgerînê dibin, ''biryar li ser dane ku li ser şexsan bijdînin.'' Macron her wiha diyar kiribû heftiyên pêş wê biryar were bicihanîn.

Borrell got, ''Xebat didomin û biryar wê bi xwestina hemû dewletên endam bi cih were.''