YE û Îsraîl li ser alîkarîya mirovî a bo Xezayê li hevkirin
Yekitîya Ewropayê (YE) û Îsraîl bo zêdekirina alîkariya mirovî yên bo Xezeyê li hevkirin.
Yekitîya Ewropayê (YE) û Îsraîl bo zêdekirina alîkariya mirovî yên bo Xezeyê li hevkirin.
Peymana ku di 10 Tîrmehê roja Pêçşemê Nûnera Têkiliyên Derve ya YE Kaja Kalla, li ser hesaba xwe ya X’ê got, “Saya vê peymanê dê li hejmarek zêde xalên derbazbûna vebe û bi vê yêkê barhilgirên alîkariyê yên xarinê dê bikevin Xezeyê.”
Kallas, wiha got, “Binesaziya bajêr a girîng dê were nû kirin û alîkariyên mirovî dê were parastin. Em li bendê ne ku Îsraîl jî di demek kin de gavên pêwîst bavêje.” Kallas diyar kir ku rojên pêş de dê alîkarî destpê bike.
Li gor peymanê dê li bakur û rojhilatê Xezeyê xalên nû yên bo derbasbûna alîkariyê vebin û ev jî dê derfet bide ku zêdetir barhilgirên alîkariyê bikarin bo Xezeyê derbaz bibin.
Lê tê plan kirin ku li ser Urdun û Misirê re jî rêyên alîkariyê carek din vekin ku ar û xarinan jî bikarin derbaz bikin û belav bikin. Sotemenîya ji bo maşîneyên Rêxistinên Alîkariya mirovî dê di asta operasyonel de carek din destpê bike.
Kaja Kallas ragihand ku ew dê rojên pêş de li gel 27 endamên YE Peymana Hevbeş” li gel Îsraîlê ber çavre derbaz bikin û bo pêşî girtina pirsgirêken li hember vê peymanê lîsteyekî wekî pêşnîyar amade bikin û pêşkêş bike.
Komîsyona Ewropayê bi raporekê parast ku Îsraîl bi vê peymanê rêzgirtina li hember rûmeta mirovahiyê a Madeya 2’an binpê dike.
Di serî de Spanya û hejmarek welatên endamên YE’yê dixwazin, bi awayek demkî jî be “peymana hevpar” a bi Îsraîlê were rawestandin, lê hin welat ji li hember vê yêkê derdikevin.