Li Spanyayê ji berfê 3 kes mirin
Li Spanyayê, ku berfê gelekî lê daye, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Spanyayê, ku berfê gelekî lê daye, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Spanyayê, ji ber berfê û bahoza Fîlomenayê 3 kes mirin.
Li Spanyayê ji sala 1971'ê û vir ve berfa herî zêde îsal lê kir. Ji ber berfê ku jiyan li paytext Madrîdê tevizand, Wezareta Karên Hundir ragihand ku 3 kes mirine.
Wezaretê ragihand, tevî ku berfê zêde lê kiriye jî qezayên trafîkê kêm in.
Paytext Madrîd jî di nav de berfê bandoreke giran li 5 herêman kiriye. Lewma li tevahiya welêt alarma sor hate ragihandin.
Rê ji ber berfê hatin girtin û li Balafirgeha Navneteweyî ya Madrîdê jî sefer nehatin kirin.
Her wiha seferên trenê yên ji Madrîdê jî hatin betalkirin. Dibistan jî wê heta roja Sêşemê girtî bin.