Ocean Vîkîng wê ji nû ve alî koçberan bike

Keştiya Ocean Vîkîng ku nêzî 5 meh in neçar hate hiştin tevnegere, ji bo alîkariyê bide koçberên li Derya Spî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, doh ji nû ve bi rê ket.

Keştiya alîkariyê ya bi navê Ocean Vîkîng ku 5 meh in destûr nedihate dayin ku tevbigere, doh ji nû ve bi rê ket.

Keştiya Ocean Vîkîng ku a rêxistina civakî ya bi navê SOS Medîterranee ye, wê rojên bê tevî 22 kesên ji tîma xwe ya tenduristiyê û wezîfedarên rizgarkirinê, dest bi kar bike.

Keştiya Ocean Vîkîng 5 mehan li bendergeheke li Îtalyayê hatibû girêdan. Di vê demê de ku ji bo koçberan gelekî zor û zehmet bû, nekarîbû alî mirovan bike.

Keştî li herêma navbera Tûnis û Lîbyayê dixebite ku ev herêm ji aliyê koçberan ve gelekî tê bikaranîn. 

Di sala 2020'î de 1200 kes dema ku hewl didan ji Derya Spî derbasî Ewropayê bibin jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku SOS Medîterranee dest bi kar kir, ji sala 2016'an ve 31 hezar kes rizgar kir.