Trûmp ê li ber çûyînê ye, Kuba xiste nava lîsteya reş

Rêveberiya Donald Trûmp, demeke kurt beriya bidawîbûna dema wezîfeya xwe, Kuba ji nû ve xiste nava 'dewletên piştgiriyê didin terorîzmê'.

Di daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo de hate gotin, "Bi rêya vê tedbîrê em ê hikumeta Kubayê ji nû ve berpirsyar nîşan bidin û peyameke eşkere bidin; divê rejîma Castro bes piştgiriyê bide terorîzma navneteweyî û edaleta Emerîkayê ji hev nexîne."

Pompeo ji bo hinceta vê biryarê jî îdîa kir ku "Kuba penaberên terorîst vedihewîne û çalakiyên terorîzma navneteweyî dubare dike."

Ev biryara kêliya dawî, dibe ku nêta Serokê nû yê DYE'yê Joe Bîden bixe rîskê ku dixwaze bi Havanayê re diyalogê bike.

Serokê beriya niha Barack Obama pêvajoya nêzîkbûna li Kubayê dabû destpêkirin û sala 2015'an Kuba ji lîsteya 'dewletên pişgiriyê didin terorîzmê' derxistibû.

Trûmp jî di dema rêveberiya xwe de her tim hewl da ku têkiliya bi Kubanê re xera bike.

Di rewşa heyî de Îran, Koreya Bakur û Sûriye di nava lîsteya wan dewletan de ne ku piştgiriya terorîzmê dikin. Bi vî rengû Kuba jî li lîsteyê hate zêdekirin. Sûdan jî beriya demeke kurt ji lîsteyê hatibû derxistin.