DAÎŞ'ê li Nîjeryayê êriş kir: 13 leşker hatin kuştin

Komek ser bi çeteyên DAÎŞ'ê li eyaleta Yobe ya li bakur rojhilatê Nîjeryayê kemîn danî. Di encamê de 13 leşker hatin kuştin.

Komeke ser bi DAÎŞ'ê ku bi navê Dewleta Îslamî ya Rojavayê Efrîkayê (Îswap) tevdigere, bi çekên giran û roketan li gundê Gazaganayê kemîn danî pêşiya konvoyeke leşkerî. Gazagana nêzî bajarê Gûjba ye ku bi 30 kîlometreyî li paytextê eyaletê Damatûrû ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di kemînê de 13 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Heman çavkaniyan ragihandin ku şerekî giran qewimiye û ji êrişkaran jî gelek hatine kuştin.

Konvoya leşkerî dema ku diçû baregeha li bajarê Bûnî Yadî ya bi 50 kîlometreyî dûrî Damatûrû ye, kete kemînê.

Bûnî Yadî yek ji wan herêman e ku Îswap timî li vê herêmê êrişî leşkeran û rêwiyan dike.

Ji sala 2009'an ve bakur rojhilatê Nîjeryayê bi taybetî jî eyaleta Bornoyê dibe hedefa êrişên komên çete.

Koma çekdar ku bi navê Boko Haram derkete holê, di sala 2016'an de bû du parçe. Beşek jê da ser şopa şefê Boko Haram Ebûbekir Şekû, beşekê jî navê Îswapê ya ser bi DAÎŞ'ê li xwe kir.

Di şer û êrişan de ji sala 2009'an ve zêdeyî 36 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 2 milyon kes jî koçber bûne.