Li DYE pêvajoya vekişandina ji peywirê çawa didome?

Li DYE hefteyek maye ji peywira Serok Trûmp re. Meclîsa Nûneran pêşnûmaya ji bo ku Alîkarê Serok Mîke Pence peywirê ji Serok Trûmp dewr bistîne, pesend kir.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp ê ku divê di 20’ê Çileyê de peywira xwe teslîm bike, ji ber ku di 6’ê Çileyê de êrîşên li dijî Kongreyê sor kiribû, pêvajoya wergirtina ji peywirê li ber wî ye.

Li Meclîsa Nûneran li hemberî 203 dengan, bi 223 dengan ev pêşnûma hate pesendkirin.

Alîkarê Serok jî pêkanîna xala 25’emîn red dike.

WÊ ÇAWA BIDOME?

Pêvajoya wergirtina ji peywirê wê heta 20’ê Çileyê bi hêsanî pêk neyê jî, di dawiya wê pêvajoyê de wê Trûmp dîsa nikare bibe namzet.

Pêvajo bi dengdana li Meclîsa Nûneran dest pê kir. Bi çavekî teqez lê tê nihêrtin ku di vê meclîsê de Trûmp ji peywirê were stendin.

Li Senatoyê jî di hilbijartina 5’ê Çileyê de Demokratan ji sedî pêncî kursî bi dest xistin. Lê senatorên ew ê di 20’ê Çileyê de dest bi peywirê bikin, ji ber vê jî Komarparêz zêdetir in.

Ji bo ku li Senatoyê ji sê paran du par deng were stendin divê 17 senatorên Komarparêz ji bo wergirtina ji peywirê deng bide. Heta niha tê zanîn ku wê 3 senatorên komarparêz ji bo wergirtina ji peywirê deng bide.

Heke ji Kongreyê biryara wergirtina ji peywirê ya Trûmp were dayin divê ev biryar ji aliyê Alîkarê Serok Mîke Pence têkeve meriyetê.

Di heman demê de îstîfaya Trûmp jî wekî çareseriyekê tê dîtin. Senatorê Komarparêz Lîsa Mûrkowskî jî diyar kiribû ji dêvila pêvajoya tevlihev a vekişandina ji peywirê îstîfakirina Trûmp wê hêsantir be.

Di Kanûna 2019’an de jî ji ber ku peywira xwe ji bo tiştên xerab bi kar aniye li ser Trûmp pêvajoya vekişandina ji peywirê hatibû destpêkirin lê di Sibata 2020’an de ev pêvajoya vekişandina ji peywirê bi ser neketibû.

Beriya Trûmp li ser serokan jî pêvajoya vekişandina ji peywirê hatibû destpêkirin û her sê pêvajo jî bi ser neketibû.

Di sala 1974’an de jî Rîcdarh Nîxon beriya ku pêvajoya wergirtina ji peywirê bi dawî bibe, îstîfa kiribû.