Hejmara senatorên ku dixwazin Trûmp îstifa bike, zêde dibe

Ji bo bidawîbûna dema wezîfeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp tenê 10 roj man. Ji niha ve gelek hilbijartiyan daxwaza îstifaya wî kirin.

Tevî ku tenê 10 roj mane ji bo bidawîbûna dema wezîfeya Doland Trûmp, gelek hilbijartî û siyasetmedar dibêjin ku divê îstifa bike. Daxwaza îstifayê ji eniya Komargeran jî gelekî tê kirin.

Ji senatorên Komarger Ben Sasse, Lîsa Mûrkowskî û Pat Toomey ji CNN'ê re axivîn û diyar kirin ku îstifakirina Trûmp rêya herî rast e.

Toomey diyar kir ku ji dema ku di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de têk çûye û vir ve Trûmp "dîn" bûye û ev yek nedihate texmînkirin.

Trûmp ê ku li Qesra Spî ye, ti daxuyanî neda. Trûmp ku navbera wî û Alîkarê Serok Mîke Pence xera bûye, her wiha têkiliya wî ya bi gelek wezîran jî sar bûye.