Rêveberiya Trûmp wê Hûsiyan weke koma 'terorîst' ragihîne

Hikumeta Donald Trûmp ku li ber çûyînê ye, ragihand ku wê serhildêrên Hûsî yên Şîa yên Yemenê bixe nava lîsteya 'rêxistinên terorîst'.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo diyar kir ku Hûsî li lîsteya reş hatiye bicihkirin.

Pompeo diyar kir ku wan ev pêkanîn ji bo wê yekê ragihandine, ji bo "Hûsiyan ji êrişên li dijî sivîlan, êrişên navneteweyî yên gefê li binesaziyê û ragihandina deryayê dixwin, ji bo ji çalakiyên terorîstî berpirsyar nîşan bidin."

Rêveberê bingehîn ê Hûsiyan Abdul Malek El Hûsî jî di nav de sê rêveber jî li lîsteya reş hatine bicihkirin.

Ev biryar ji Donald Trûmp dihate hêvîkirin ku di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de têk çû.

Saziyên navneteweyî û gelek organîzasyonên li derveyî hikumetê di wê baweriyê de ne, ku Trûmp beriya biçe hewl dide derbên mezin ên dîplomatîk li Îranê bixe. Serokê nû Joe Bîden ê ku 20'ê Çileyê dest bi wezîfeyê bike, ragihandibû ku ew alîgirê diyaloga bi Îranê re ye.

Li gorî rêxistinên navneteweyî, ev biryara DYE'yê dikare krîza mirovî riantir bike.