Li Sûriyeyê di êrişên hewayî yên Îsraîlê herî kêm 57 kes mirin

Di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de ku nîvê şevê qewimî, li Sûriyeyê herî kêm 57 leşker û milîsên alîgirê Şamê mirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li ser êrişên doh bi şev ên li Sûriyeyê bîlançoyeke nû weşand.

Li gorî saziyê, di encama êrişê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê û 43 milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji kesên hatine kuştin 16 jê Iraqî ne.

Ev êriş, ji sala 2011'an û vir ve êrişa herî giran a Îsraîlê ye ku li dijî Sûriyeyê kiriye.

Di êrişên hewayî de bi taybetî li depoyên çekan û nuqteyên leşkerî yên li çola li Bûkemalê û Mayadînê yên li dora bajarê Dêra Zorê hate xistin.

Li van herêman, Tûgaya Fatîmiyan a ji şervanên Efgan ên Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê pêk tê, hene.

Ev hefteyeke cara duyemîn e ku Îsraîl êrişê dibe ser Sûriyeyê. Di 7'ê Çileyê de li başûrê Sûriyeyê û li başûrê Şamê di êrişan de 3 milîsên alîgirê Îranê hatibûn kuştin.

Li gorî rapora salane ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve dawiya salê hate weşandin, di sala 2020'î de li Sûriyeyê herî kêm li 50 nuqteyan êriş hate kirin.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî ve, Îsraîlê bi sedan carî êriş bir ser Sûriyeyê. Di van êrişan de hêzên hikumetêi Îran û komên hevalbendên wan, Hîzbûllah a Lubnanê bûn hedef.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû meha Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand ku diyar kiribû ku ev êrişên hewayî 'polîtîkaya eşkere' ya Îsraîlê ye.

Dewleta Îsraîlê bi taybetî hêzên Îranê yên li herêmê weke gefekê dibîne.