Keştiya balafiran a Fransa vedigere Behra Spî

Keştiya balafiran a Fransaî ya bi navê Charles-de-Gaûlle di çarçovea têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê vedigere Behra Spî. Ev yek di demekê de ku nakokiyên bi Tirkiyeyê re hene pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Fransayê ve hate kirin, keştiya balafiran wê di çarçoveya operasyona ‘Chammalê’ de wê di navîna sala 2021’ê de li Rojhilatê Behra Spî û Oqyanûsa Hindê be.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Mîsyona din a keştiya balafiran a Charles de Gaûlle, wê sîstema me ya di çarçoveya operasyona Chammalê de pêk were bihêz bike.”

Berî niha di serê sala 2020’ê de keştiya balafiran a Fransa şandibûn herêmê.

Wezîrê Parastinê Florence Parly got: “Di çarçoveya operasyona Chammalê de nêzî 900 leşkerê wê di bin sêwana koalîsyona navneteweyî de li dijî DAÎŞ’ê têkoşîna xwe bidomîne.”