Li Endonezyayê erd hejiya: 11 kes mirin, gelek kes winda ne
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê du caran erd heziya, 11 kes mirin û gelek kes jî winda bûn.
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê du caran erd heziya, 11 kes mirin û gelek kes jî winda bûn.
Ji ber barana zêde li bajarê Sûmedang a 150 kîlometre li rojhilatê Cakartayê ye, her der di bin lehiya heriyê de ma.
Di pêla duyemîn de şêniyên bajêr û komeke rizgariyê di bin axê de man.
Berdevkê Rewşa Awarte Senî Wûlandarî diyar kir ku 11 kes mirine û ji ber pêla duyemîn hê jî gelek kesên hatibûn alîkariyê jî di bin axê de ne.