Kurd û Kurdistana berê êdî tune ye

Kurd êdî înkar û bêstatûbûnê qebûl nakin. Ew bi biryar in ku li Rojhilata Navîn pêşengiya têkoşîna aştî û azadiyê bikin, maf û nasnameyên xwe yên demokratîk li dijî pergala înkara sedsalî biparêzin.

Zihniyeta Sykes Picot û Lozanê bi şêweyên din an jî nûkirî li ser kar in. Lê xuyaye hêzên ku dixwazin ji nû ve Rojhilata Navîn dîzayn bikin, nizanin rewşa sed sal berê êdî nemaye. Ango li pêşberî wan Kurdên berê û Kurdistana berê êdî tune ye.

Hêzên serwer ên mîna Îngilîstan û Fransayê dema ku di sedsala bihurî de Kurdistan parçe kirin, Kurd tune hesibandin û avêtin hembêza hêzên qirker, hêzeke Kurd ya bi rêxistinkirî ku li ber vê rewşê rabe û vê siyaseta înkar û qirkirinê rawestîne nebû. Di nava vê pêvajoyê de bi serkêşiya dewleta netewe ya Tirk li dijî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, siyaseta îmha, înkar, koçberî û asîmîlayonê bê navber hate meşandin. Dirûşma, “Yek ziman, yek netew, yek al, yek dewlet, yek welat” hwd, weke kelamê quranê li dijî Kurdan kete meriyetê. Faşîzm, nijadperestî û dijmintiya li dijî Kurdan li ser vê rastiyê di asteke tirsnak de hate pêşxistin.

Tevî hemû êrîşên qirkirina çandî û fizikî jî Kurd careke din derketin ser dikê. Di 40 salên dawiyê de Kurdan careke din hebûna xwe îspat kir û siyaseta înkar û qirkirinê ya dewletên netewe yên pergala modernîteya kapîtalîst pûç kirin. Di van şertên şerê cîhanê yê sêyemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e, Kurd ji ronesans û şoreşek zihnî ya herêmê re pêşengiyê dikin. Li dijî projeya netewe dewletê, netewa demokratîk, an jî civaka demokratîk gaveke gelek girîng e û wê stêrka Rojhilata Navîn bibiriqîne û ji nava kaos û qeyranan derxîne.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo têra xwe rêya çareseriya hemû pirsgirêkan nîşan dide. Ev manîfesto asta zinhiyet û zanabûna ku gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo gihiştiyê radixe ber çavan. Helbet kesên ku debara xwe ji şer û kedxwariyê dikin, kesên ku mêjiyên wan bi nijadperestiyê jehrî bûye û ji bo azadî û demokrasiya gelê Kurd ti berdêl nedane, nikarin vê rastiyê fêm bikin û asta wan jî têrê nake.

Kurd li Rojhilata Navîn hêza demokrasiyê ne. Li dijî netewe dewletên li ser Kurdistanê serwer in, mafê xwe yê demokratîk û azadiyê dixwazin. Weke rêgez jî êdî ti pirsgirêka wan bi sînoran re jî nîne. Kurd, li Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê jiyana wekhev û demokratîk dipejirînin, êdî naxwazin bi mantiqê Lozaneke nû ew werin înkarkirin. Kurd êdî di vê serdemê de naxwazin bê statu bimînin û hewldan û siyasetên bi vî rengî jî qebûl nakin û wê li dijî wê jî têkoşîna xwe bimeşînin. Gelê ku ji nû ve ji xweliya xwe afiriye kes nikare êdî wan vegerîne beriya sedsalî û tune bihesibîne.

Kurd dixwazin di avakirina Sûriya nû û demokratîkbûna wê de cih bigirin û pêşengiya wê bikin. Ji xwe ji bilî Kurdan jî hêzeke ku li Sûriyê guherînên demokratîk pêk bîne, tune. Ji ber vê jî, ev demeke di navbera desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser de hevdîtin tên kirin. Lê desthilata Şamê ya ku ji rêûresma çetetiyê tê û ne xwedî hêz û çandeke demokratîk e, hewl dide xeta netewe dewleta Baasê bidomîne. Ji ber vê jî dixuyê ku di hevdîtinên wan û Rêveberiya Xweser de encam nayên girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke demokratîk heye û ev jî bi saya berdêlên giran hatiye avakirin. Eşkere ye wê dest ji vê bernedin. Eger desthilata Şamê zêde jî pêde here, wê demê herkes wê here rêya xwe.

Xuyaye Nûnerê Serokê Emerîkayê yê Taybet yê li Sûriyê Thomas Barrack jî hay jê nîne ku çi dibêje. Ew jî gotinên rayedarên Tirkiyê yên mîna “Yek netew, yek artêş, yek dewlet” û hwd, dubare dike. Ango di guhê ga de ye. Hem li nal dixe û hem jî li bizmar dixe. Qala hevkariya Emerîkayê û QSD’ê ya şerê li dijî DAÎŞ’ê dikin û paşê jî îradeya wan tune dihesibînin. Timî qala şerkerî û qehremaniya Kurdan dikin, lê dema dor tê mafê wan û statuya wan, ji durûtiya xwe paş namînin. Dixwazin bêjin, “Kurd baş in, leheng in, şerker in, lê divê behsa maf, azadî û nasnameya xwe nekin.” Ji xwe sed sale timî vê dikin. Lê Kurdan biryar daye, wê di vê sedsalê de êdî bê statu nemînin, bi vî rengî an jî bi wî rengî.