Israîlê 18 êrîşên hewayî bire ser Sûriyê

Israîlê êrîşên hewayî bire ser rojhilatê Sûriyê, 5 leşker û ji hêza hevalbend 11 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê hêzên hewayî yên Israîlê bi şev 18 êrîşên hewayî bire ser Sûriyê. Êrîş çû ser Dêrazorê ya rojhilat û heta bi herêma çola Bukemalê ya li ser sînorê Sûriyê-Iraqê, di van êrîşan de 5 leşkerên Sûriyê û 11 endamên Zêrevanên Şoreşê yên Îranê, Hîzbûllaha Libnanê û Tûgaya Fatimiyan hatin kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan Sana diyar kir hêzên Israîlê êrîş anîne lê bi berfirehî agahî nehate dayin.

Hate diyarkirin êrîş bi şev saet 01.10'an pêk hatiye.

Vê heftiya dawî Israîl ev cara duyan e ku êrîş dibe ser Sûriyê. 7'ê Çile di êrîşan de başûrê Sûriyê û başûrê Şamê bû hedef, 3 milîsên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Li gorî rapora ku artêşa Israîlê weşandî sala 2020'an 50 êrîşên hewayî birine ser Sûriyê.