Li Erebistana Siûdî darvekirin zêde bûne
Li Erebistana Siûdî du welatiyên Etîyopyayî ji ber sûçê bazirganiya tiryakê hatin darvekirin û bi vî awayî hejmara kesên di sala 2025’an de hatine darvekirin gihîşt 180’yî.
Li Erebistana Siûdî du welatiyên Etîyopyayî ji ber sûçê bazirganiya tiryakê hatin darvekirin û bi vî awayî hejmara kesên di sala 2025’an de hatine darvekirin gihîşt 180’yî.
Wezareta Karên Hundirîn a Erebistana Siûdî ragihand ku ji ber bazirganiya tiryakê du welatiyên Etîyopyayî yên bi navê Halil Qasim Muhammed Omar û Murad Yakub Adam Siyo hatine darvekirin.
Li gorî nûçeya SPA’yê ku ajansa fermî ya Siûdiyan e, du kes ‘’ji ber sûcê bazirganiya tiryakê’’ hatine cezakirin.
Li gorî rayedarên Siûdî di navbera Çileya 2024’an û Hezîrana 2025’an de bi tevahî 1.816 kes hatine darvekirin. Piraniya kesên hatine darvekirin ji ber sûcên têkildarî tiryakê hatine darvekirin. Tevî ku li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî sûcên bi vî rengî bi darvekirinê nayên cezakirin jî di heman serdemê de 597 kes ji ber sûcên têkildarî tiryakê hatine darvekirin. Zêdetirî ji sedî 75’ê van kesan welatiyên biyanî ne.
Li gorî daneyên Amnesty Internationalê di sala 2024’an de li Erebistana Siûdî bi hejmareke mezin 345 kes hatine darvekirin. Di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de jî 180 kes hatine darvekirin.
Bes di meha Hezîranê de 46 kes hatine darvekirin; ji van 37 kes ji ber sûcên têkildarî tiryakê ne ku ev yek jî tê wê wateyê ku bi rojane ji kesekî zêdetir welatî hatine darvekirin. 34 kesên hatine darvekirin jî welatiyên biyanî yên ji welatên weke Misir, Etîyopya, Ûrdin, Nîjerya, Somalî û Sûriyeyê ne.