Li DYE'yê piştî 70 salî bi biryara federal jinek hate darvekirin

Li DYE'yê rêveberiya Donald Trûmp beriya ku biçe piştî bi 70 salî cara pêşî bi biryara federal jinek hate darvekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê Lîsa Montgomery ya 52 salî li girtîgeheke federal a Indîanayê hate darvekirin.

Beriya niha Dadgeha Bilind destûr dabû ku Montgomery bi şev were darvekirin.

Lîsa Montgomery 2004'an ji bo ku fetûsa wê bidize jineke ku bi 8 mehan ducanî bû, kuştibû.

Montgomery ku nedikarî bibe xwedî zarok, kesa ku wê bikuşta pêşî di ser înernetê re tespît kiribû, piştre çûbû mala wê, ew xeniqanidibû û kuştibû. Piştre malzaroka wê vekiribû, pitika wê biribû û pitik jî di nav xwînê de hiştibû û çûbû.

Bi biryara federal herî dawî 1953'an jinên bi navê Brown Heady û Ethel Rosenberg hatibûn darvekirin.