'Rastgirên Emerîkî dibe ku zêdetir xwe berdin kuçeyan'

Berdevkê Washîngtonê yê HDP'ê Giran Ozcan got, piştî têkçûna li Georgîayê ji bo komarparêzan qadên muxalefeta sazûmanî zêde nemane û diyar kir, xwepêşandanên rastgiran dibe ku zêdetir bibin.

Piştî ku Donald Trûmp hilbijartina DYE'yê qebûl nekir û piştî hilbijartinê bi 2 mehan jî got hîle hatin kirin alîgirên Trûmp xwe pêşandan kirin û 6'ê Çile bi ser avahiya kongreyê de girtin. Ev rûdana ku di dîroka DYE'yê de cara pêşî pêk te bû sedema mirina 4 kesan.

Berdevkê HDP'ê yê Washîngtonê Giran Ozcan got her çendî bi vîdeoya ku Trûmp par ve kirî bi paş ve gav avêtibe jî, krîza heyî berdewam dike, li pey hev rayedar îstîfa dikin û mirov dikare bibîne ku raya giştî ya Emerîkî hebitî ye.

Ozcan got, ''Her kesê ku 4 salan destek da Trûmp, li pişt her gava wî disekinî, piştî ku bi ser avahiya kongreyê de girtin vekişiyan. Bi fikra ku ev agir wê her kesî bide ber xwe ev gav avêtin. Jixwe gelek derdor dibêjin Trûmp ji ber ku di nav gel daye û bûye sedem ku bi ser avahiya kongreyê de bigirin, dibe ku were darizandin.''

Ozcan diyar kir dibe ku siberojê rûdanên bi vî rengî zêdetir bibin û got, ''Ev 4 sal in rê li ber milîtanbûna rastagir vebûye. Rastgir pir bi rehetî dikarin derkevin kuçeyan û xwepêşandanên tundrew bikin. Dema bi ser kongreyê de jî girtin bi helwestî tê gotin polîs ne hazir bûn, pir nerm tevgeriyane û rê li xwepêşandêran vekirine. Helbet lêpirsîna van were kirin. Lê piştî derketina Trûmp a ji Qesra Spî, ji ber ku senato, kongre di dest Demokratan de ye, rastgir dibe ku zêdetir derkevin kuçeyan. Ev fikar hê hîskirin.''