Wezareta Karên Derve û Dîplomasiyê ya DYE: Wezîfeya Trûmp û Pence qediya

Malpera înternetê ya dîplomasiya DYE'yê ragihand ku dema wezîfeyê ya Donald J. Trûmp di 11.01.2021'ê saet di 19.49'an de qediya ye. Daxuyaniyeke bi heman rengî ji bo Alîkarê Serokê DYE'yê Mîke Pence li malpera Wezareta Karên Hundir hate weşandin.

Malpera înternetê ya dîplomasiya DYE'yê ragihand ku dema wezîfeyê ya Donald J. Trûmp di 11.01.2021'ê saet di 19.49'an de qediya ye. Dema wezîfeyê ya Trûmp normal di 20'ê Çileyê de bi dawî dibe.

Di malperê de biyografiyeke kurt a Trûmp jî hate weşandin.

Dema wezîfeyê ya Trûmp diviyabû 20'ê Çileyê bi merasîma sondxwarinê ya serokê nû Joe Bîden bi dawî bibûya.

Di daxuyaniyê de, bûyerên ku çend roj berê bi banga Trûmp li Washîngtonê qewimî weke hincet hate nîşandna. Hilbijartiyên Komarger jî nerazîbûn nîşanî Trûmp dabûn û banga îstifayê lê kiribûn. Demokratan jî ji bo Trûmp ji wezîfeyê bê dûrxistin dest bi pêvajoya qanûnî kiribûn.

DEMA WEZÎFEYÊ YA MÎKE PENCE BI DAWÎ BÛ

Wezareta Karên Derve jî daxuyaniyek li malpera xwe weşand û ragihand ku dema wezîfeyê ya Alîkarê Serok Mîke Pence bi dawî bûye.

Lê belê têkildarî daxuyaniyê, wezaretê ragihand ku "pirsgirêkên teknîkî" rû dane.

Malpera bi navê Bûzzfeedê jî ragihand ku karkerekî ji Trûmp û Pence 'nerazî ye' ji vê daxuyaniyê berpirsyar hatiye nîşandan.