'Tirkiye bi dizî bi yekî nêzî Hefter re dide û distîne'

Li gorî îdîaya malpera nûçeyan a lêkolînê ya bi navê Mondafrîqûe, Tirkiye ku li Lîbyayê bi rêya çeteyên xwe li dijî eniya Xelîfe Hefter şer dike, di heman demê de bi rengekî veşartî pê re hevdîtinan dike.

Li gorî îdîaya malperê, rêveberekî servîsa veşartî yê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatiye wezîfedarkirin, bi Serokê Parlamenta li Tobrûkê ya li rojhilatê Lîbyayê Askîla Salah re hevdîtin kiriye. Di nûçeyê de hate îdîakirin ku hevdîtin di demeke nêz de pêk hatiye.

RÛYÊ SIYASÎ YÊ HEFTER

Di nûçeyê de işaret bi avaniya eşîrî ya li Lîbyayê û bandora wê ya diyarker a li ser siyasetê hate kirin û hate ragihandin ku Akîla Salah endamê eşîra El Abeydatê ya li rojhilatê welêt e.

Mondafrîqûe bi bîr xist ku Xelîfe Hefter jî ji eşîreke cuda ya li bajarê Sîrte yê li rojavayê welêt e û Akîla Salah bi salan e bi Xefter re hevsengiyeke têkiliyan ava kiriye. Malperê bal kişand ser diyarkeriya vê hevsengiyê.

DIBE KU DERBASÎ PÊVAJOYEKE CUDA BIBE

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Salah re ku pêwendiya xwe Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê heye, lêgerînên nû ye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ev rewş dikare danûstandinên dema dawî xitimîne bigihîne asteke cuda.