2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) ji ber krîza dil û Rûbar Dirbêsiyê (Samî Qihêt El Ugle) jî ji ber qezaya leşkerî, şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanan ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) ji ber krîza dil û Rûbar Dirbêsiyê (Sammî Qihêt El Ugle) jî ji ber qezaya leşkerî şehîd bûye.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Hevrêyê me Diyar ji malbateke welatparêz e ku ji destpêkê ve tevlî şoreşê bûye. Malbatê di meşa şoreşê de gelek şehîd dane.

Hevrêyê me Diyar ji zarokatiya xwe ve li ser fikrên neteweyî û rizgariyê mezin dibe, lew ra bi hêz tevlî refên hêzên me bû. Hevrê Diyar beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê bû ku zanîn û jêhatîyên xwe de pêşkeftinek baş bi dest xist. Ev yek wî şareza kir ku beşdarî pêngava parastina navçeya Şêrawa di dema êrîşa çeteyan a 2014’an de bibe. Bi lehengî li ber xwe da û wêrekiya xwe di şer de îspat kir, bermahiyên çeteyan bişopîne heta ku ew li zêdetirî cihekî wan têk bir.

Hevrêyê me Diyar ku bi rihê xwe yê bilind ê hevaltiyê, exlaqê xwe yê bilind û dilnizmiya xwe dihat naskirin, mîrateyek dewlemend bi nirxên neteweyî, şoreşgerî û exlaqî li pey xwe hişt.

Hevrêyê me Rûbar Dirbêsiye, tevî nû tev li hêzên me bibû, lê di warê leşkerî de pêşketineke berbiçav bi dest xist. Ji ber ku beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê bû, di wergirtina ezmûn û taktîkên leşkerî de zû pêşketin di xwe de da avakirin. Hevrê Rûber cihê xwe di pêngava parastina Bendava Tişrînê de girt, qehremaniyeke herî bilind û bêhempa nîşan da. Di hemû şert û mercan de timî li eniyên pêş de dihat dîtin û gav û paşve nediavêt.

Hevrê me yê şehîd Rûbar bi hezkirina xwe ya ji bo bidestxistina zanîna leşkerî û zanistê dihat nasîn. Her tim ji hevalên xwe li ser hûrguliyên karê xwe dipirsî. Ekra jê dihat xwestin bê westand bi cih dianî. Her wiha bi rihekî dîsîplîn û pabendbûna bi talîmatan ve hatibû dagirtin. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji hevalên xwe re bibû mînak û pêşeng.

Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahiya şehîdan sax be. Sonda me ew e ku em ê meşa wan berdewam bikin û ala wan li ba bihêlin, hêvî û xeyalên wna ên avakirina welatekî ewle, bê terorî û bê dagirker pêk bînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Diyar
Nav û paşnav: Mihemed Ereb
Dê û bav: Xedîce, Beyrem
Cihê jidayikbûnê: Bilbilê-Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa,  8 Tîrmeh 2025

*

Nasnav: Rûbar Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Samir El Ugle
Dê û bav: Esma, Qihêt
Cihê jidayikbûnê: Mergeda
Cih û dîroka şehadetê: Zirgan, Gundê Esediyê, 3 Tîrmeh 2025.