Balafira ku li Endonezyayê winda bû, kete nava behrê

Cesedên rêwiyên balafira bi tîpa Boeîng, ku roja Şemiyê li Endonezyayê winda bû, li peravên Cakartayê hatin dîtin. Zarok jî di nav de 62 kes di balafirê de bûn.

Berdevka polîsan Yûsrî Yûnûs diyar kir, ku wan sibeha Yekşemê eşya û parçeyên cesedan ên rêwiyan dîtine.

Hate ragihandin ku karê polîsan ê ji bo tespîtkirina nasnameya cesedên hatine dîtin, dewam dike.

Roja Şemiyê, balafira şîrketa hewayî ya Endonezyayê Srîwîjara Aîr  ji Cakartayê diçû Pontîanakê, têkiliya pê re 4 deqe piştî rabû pê re qut bûbû.

Têkildarî sedemên dramê hîn agahî nehatiye bidestxistin. Piştî ku balafir winda bû, li herêmê karê lêgerînê yê berfireh dest pê kir.

10 keştî û helîkpterên şer ên artêşê li gel noqvanan tevlî karê lêgerînê bûn.

Di balafirê de 10 jê zarok derdora 50 rêwî û 12 personel hebûn. Rayedaran diyar kirin ku kesên di balafirê de hemû ji Endonezyayê bûn.